Cenazeyê şervanê QSD’ê El-Mistefa hate veşartin

Welatiyên Reqayê cenazeyê şervanê QSD’ê Wail El-Mistefa (Wail Kobanê) bi merasîmekê li goristana şehîdan a li gundê El-Hikumiyê veşartin.

Bi sedan welatiyên Reqa û gundewarên wê cenazeyê şervanê QSD’ê Wail El-Mistefa (Wail Kobanê) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li goristana şehîdan a li gundê El-Hikûmiyê veşartin.

Li goristanê bi dehan welatiyên gundê El-Hikûmiyê, Hezîme û gundên derdora wê beşdarî merasîmê bûn. Merasîm ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre şervanên QSD’ê merasîmeke leşkerî lidarxistin.

Piştre ji fermandarên QSD’ê Merwan Reqa û li ser navê Mala Jinê El Kecwan axivîn. Qisekeran sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û gotin ji bo jiyanek azad Û bi rûmet divê têkoşîn were geşkirin.

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîda hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Li aliyê din di merasîmê de Saziya Malbatên Şehîdan nasnameya şervanê QSD'ê Îsmaîl Îbrahim (Sêf) ê ku di ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de şehîd bûbû, eşkere kir.

Girseya gel cenazeyê şervanê QSD’ê Wail Kobanê bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.