Cenazeyê şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn spartin axê

Bi tevlîbûna sedan welatiyên Dêra Zorê, gundên Ebo Xeşeb û Cirwan ên rojavayê Dêra Zorê cenazeyên 2 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mazin Nezal û Ziyad El-Casim li Goristana Şehîd Xidir El Hemade spartin axê.

Bi sedan welatiyên Dêra Zorê, hevserok û endamên Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê, nûnerên Komîteya Perwerdeyê û Saziya Malbatên Şehîdan, fermandar û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di merasîma cenazeyên endamên Hêzên Ewlehiya Hundir de amade bûn.

Cenazeyên her du şehîdên ku di 30'ê Îlonê de dema ku bi erka xwe ya leşkerî ya paqijkirina mayinan radibûn li navçeya Cirwan a girêdayî bajarokê Ebo Xeşeb şehîd bûn, wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Xidir El-Hemade ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerîya ji aliyê endamên Asayîşê ve hate lidarxistin. piştre endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêra Zorê Basim Teyf axivî û got: "Ji bo îfadekirina şehîdan ti peyv û hevok têrê neke, ji ber ku ew di oxira welat de dibin canê xwe didin û dibin şehîd.”

Hevserokê Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê Xesan El-Yûsif jî got: "Şehîd dibin mûm û ji gelan re pê dikevin, em ê rêya şehîdan bişopînin heta ku em bigihîjin azadî û demokrasiyê."

Endamê Komîteya Perwerdeyê Mihened El-Esaf, li ser navê Komîteya Oldaran Mihemed El-Fenan, bi navê Navenda Jinan Zehra El-Tayê û li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Wîsal Hezaî, axaftin hatin kirin. Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û da zanîn ku şehîdan rêya wan ronî kir. Ji bo bigihêjin azadî û demokrasiyê tiştê herî giranbuha dan.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatê hatin kirin. Cenazeyê şehîdan bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan spartin axê.