Cenazeyê şehîdê QSD’ê Ehmed Selal spartin axê

Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ehmed Selal li Goristana Şehîdan a Şedadê bi merasîmekê spartin axê.

Cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Şervan Ehmed Selal 19'ê Gulana 2021’ê li bajarokê El-Siwer a Dêra Zorê dema li ser erka xwe bû, şehîd bû, bi tevlîbûna dehan kesî bi merasîmekê li Goristana Şehîdan spartin axê.

Cenazeyê şehîd ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a li Hesekê wergirtin û berê xwe dan Goristana Şehîdan a Şedadê. Li goristanê, merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî destpê kir.

Rêveberê Daîreya Ewqafê ya Şedadê, Ehmed El-Esed got divê ew li derdora Hêzên Sûriya Demokratîk li beramberî pîlanên ku li dijî herêmê tên kirin, kom bibin.

Endamê Meclîsa Leşkerî ya El-Siwer, Mistefa El-Siwer jî got: "Em çiqasî behsa lehengiya şehîdan bikin, dîsa jî em nikarin bigihêjin asta lehengiya wan. Lê em dikarin destkeftiyên ku şehîdan bi dest xistine, biparêzin."

Endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê, Eyat Îbrahîm axivî û sersaxî ji malbata şehîd Ehmed re xwest

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Deham El-Ferec nasnameya şehîd Ehmed Selal xwend û radestî malbata şehîd kir.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi dirûşman spartin axê.