BI DÎMEN

Cenazeyê şehîd Zagros Kobanê bi merasîmekê hate veşartin

Cenazeyê Şehîd Zagros Kobanê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê hate veşartin.

Bi sedan kes ji şêniyên kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser beşdarî merasîma oxirkirina şervanê Hêzên Komandos Zagros Kobanê (Mistefa Ehmed Yûsif) bûn ku dema li ser erka xwe bû di 18'ê Adarê li Dêrazorê şehîd bû.

Piştî deqeyekê rêzgirtinê Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk a Kantona Firatê Hedle Hesen axivî û got, "Şehîd Zagros ku bavê du zarokan bû. Heta kêliya xwe ya dawiyê bê teredûd têkoşiya û li ber xwe da. Li hemberî dagirkeriyê jî xwedî helwest bû. Şehîd Zagros ji bo parastina axa xwe canê xwe kir feda."

Piştre wesîqeya şehîd ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Merasîm bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.