Cenazeyê şehîd Dildar Girê Spî hat veşartin û şehîd Dilîşan Şêxo hat bibîranîn
Bi sedan şêniyên herêma Firatê cenazeyê şehîd Heysem Mihemed (Dildar Girê Spî) li Goristana Şehîd Dîcle veşartin û şehîd Dilîşan Şêxo (Ala Munzûr Dêman) bi bîr anîn.
Bi sedan şêniyên herêma Firatê cenazeyê şehîd Heysem Mihemed (Dildar Girê Spî) li Goristana Şehîd Dîcle veşartin û şehîd Dilîşan Şêxo (Ala Munzûr Dêman) bi bîr anîn.
Bi sedan şêniyên herêma Firatê cenazeyê şervanê QSD′ê Heysem Mihemed (Dildar Girê Spî) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle ya li Kobanê veşartin. Dildar Girê Spî 26′ê Îlonê dema erka xwe pêk dianî li Tebqayê şehîd bû. Di merasîmê de gerîlaya HPG′ê Dilîşan Şêxo (Ala Mûnzûr Dêman) hat bibîranîn ku 3′yê Hezîranê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Amedê şehîd bûbû.
Di merasîmê de piştî deqeyeke rêzgirtinê, endamê Meclisa Giştî ya PYD′ê Salih Nûh şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn û got: "Em bejna xwe li hember şehîdan ditewînin. Em soz didin em ê xeta têkoşînê bidomînin. Çiqasî em li ser şehîdan biaxivin gotin têrê nakin. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê di oxira azadiyê de tiştên herî giran bidin.′′
Piştre endama qada civakî ya Kongra Star Xunav Xelîl sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Deweta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên domdar ên li ser herêmê tunekirina gelên herêmê armanc dike.”
Ji hevalên şehîd Dildar Girê Spî Ebdurehman Mihemed got ku ew ê heta serkeftinê şopdarên xeta şehîdan bin.
Her wiha hevala şehîd Dildar, Nûr Mêrzo jî helbesteke li ser şehîdan xwend.
Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Di dawiyê de cenazeyê şehîd Dildar Girê Spî bi dirûşmeya "Şehîd Namirin" hat veşartin.