Cenazeyê şehîd Cuma Hiso hate veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Cuma Hiso li Amûdê hate veşartin.

Endamên saziyên civaka sivîl, Kongra Star û nûnerên partiyên siyasî, her wiha bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Cizîrê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Cuma Osman Hiso li Pakrawangeha Şehîd Îsamîl a li navçeyê oxir kir.

Cuma Hiso 4’ê Çileyê dema ekra xwe bi cih dianî di encama krîza dil de şehîd bûbû.

Girseyê cenazeyê şehîd hilgirt ser milên xwe û bi dirûşmên "Şehîd Namirin" ber bi pakrawangehê ve meşiya.

Li pakrawangehê merasîmek hat lidarxistin. Ji rêveberên Meclîsa Malbatên Şehîdan a Amûdê Mistefa Omer sersaxî ji malbata şehîd re xwest û tevahî şehîdên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr anîn. Mistefa Omer got: "Her şehîdek mîraseke têkoşîn û berxwedanê li du xwe hişt. Em soz didin em ê li ser şopa wan bimeşin."

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şêxmûs Seîd li ser kesayet û têkoşîna hevrê xwe yê şehîd axivî û got: "Beşdarî gelek pêngavan bû. Ji sala 2014’an ve heta roja şehadeta xwe têkoşiya. Astengî wî ji erkên exlaqî û welatparêzî dûr nedixist."

Seîd anî ziman ku dê têkoşînê dewam bikin ta armancên şehîdan bi cih bînin.

Piştî axaftinan, wesîqeya şehîd ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hêlda Hisên ve hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşmên "Şehîd Namirin" li Pakrawangeha Şehîd Îsmaîl hat veşartin.

Merasîmê sersaxiyê yê şehîd wê îro li Stada Şermola ya li Amûdê were lidarxistin.