Cenazeyê Riyad Korkecî ê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, hate veşartin
Cenazeyê Riyad Korkecî ê bi êrîşa dewleta Tirk hat qetilkirin, bi beşdariya hezaran kesî bi merasîmekê li Helebê hat veşartin.
Cenazeyê Riyad Korkecî ê bi êrîşa dewleta Tirk hat qetilkirin, bi beşdariya hezaran kesî bi merasîmekê li Helebê hat veşartin.
Welatiyê bi navê Riyad Korkecî 5′ê Cotemehê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser kargeha çemento ya li bajarê Hesekê de şehîd bûbû. Cenazeyê Riyad Korkecî duh li Helebê hatibû pêşwazîkirin û îro bi merasîmekê hat veşartin.
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê cenazeyê şehîd Riyad Korkecî ji nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li beşê rojavayê Şêxmeqsûdê wergirt û bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" û tilîliyên dayikan ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ve çûn.
Li goristanê merasîmek hat lidarxistin. Piştî deqeyek rêzgirtinê, endama Melcisa Malbatên Şehîdan Ferjîn Efrîn bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: "Bi derbasbûna komploya navneteweyî sala xwe ya 26′an re, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê zêdetir kirine. Tirkiye soza qirkirina gelê Kurd daye. Em ji dewleta Tirk û hevkarên wê re dibêjin hûn nikarin vê armancê pêk bînin. Dewleta Tirk a dagirker bi çekên xwe yên xurt sivîlan dike hedef, lê dewletên din bêdeng in. Karwanên şehîdên me hene ku 29 şehîd in, lê her xemgîniyek wê bibe hêz û dagirkeran tune bike."
Bi navê malbata şehîd Riyad, Xedîce Korkecî jî axivî û di kesayeta şehîd Riyad Korkecî de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anî û got: “Şehîd di dilên me de zindî ne."
Piştre endama Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk Zekiye Mistefa Menan wesîqeya şehîd Riyad xwend û radestî malbata wî kir. Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan li Goristana Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat veşartin.