Cenazeyê Mahêr Abdullah ê YPG’yî hate veşartin
Gelê Qamişloyê cenazeyê Mahêr Abdullah ê YPG’yî bi merasîmeke girseyî veşart.
Gelê Qamişloyê cenazeyê Mahêr Abdullah ê YPG’yî bi merasîmeke girseyî veşart.
Şehîd Mahêr Abdullah (Agirî Qamişlo) di 24'ê Gulanê de li bajarê Hesekê şehîd bûbû.
Di merasîma veşartinê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme El-Casim axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: “Şehîd pêşengên me ne, ew wekî stêrkan li ezmanan in, ji ber ku bi xwîna ya paqij xwe kirin qurbaniya axa welat. Tevî komployên dewleta Tirk ku kolekirina gelan û binpêkirina mafên wan ji xwe re kiriye armanc, pêkhateyên herêmê piştgiriya hev kir, şehîd jî mînaka wê ne.”
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Mihemed Zîdan jî axivî, bi gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir û got : “Şehîd pêşengên me ne û bi rastî dijîn. Bi saya berxwedana şehîdan me Rêveberiya Xweser û artêşek ava kir ku li hemberî tevahî êrişan sekinî.”
Di dawiya merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehadetê radestî malbata şehîd kir û cenazeyê şehîd hate veşartin.