Cenazeyê şervanê HRE’yê Soro Çiya hat veşartin

Cenazeyê şervanê HRE’yê Soro Çiya yê ku di 6’ê Kanûnê de di pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bibû, li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya Ehresê hat veşartin.

Cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Fehmî Mihemed (Soro Çiya)  ê 6`ê Kanûnê di pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bibû, li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ya Kantona Şehbayê hat veşartin.

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê li pêşiya nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê kom bûn û cenazeyê Şehîd Soro Çiya wergirt û ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ve ketin rê.

Li goristanê, endamê rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Ebdulhenan Memo axivî û sersaxî da malbata şehîd û hemû şêniyên Efrînê. Mamo wiha got: “Destanên lehengiyê ku şehîdên me bi xwîna xwe xêz dikin, xeta pêşîn a parastina destkeftiyên şoreşê ye. Em dev ji vê xetê bernadin û heta ku Efrînê rizgar dibe dê berxwedanê berdewam bikin.”

Endamê Meclîsa Kantona Efrînê Mihemed Şêx Qenber jî axivî û got: “Armanca dorpêça hikûmeta Şamê ya li ser Kantona Şehbayê, lawazkirina berxwedana me ye û ew dixwaze me ji rizgarkirina Efrînê dûr bixe. Em dev ji vê berxwedanê bernadin.”

Di dawiyê de endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) ya herêma Efrînê Rûken Ehmed nasnameya şehadeta şehîd Soro Çiya xwend û radestî malbatê kir.

Piştî axaftinan cenazeyê Şehîd Soro Çiya bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ hat veşartin.