Cenazeyê şervanê YPG'ê Amanos bi merasîmekê hate veşartin
Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyê şervanê YPG′ê Ebdullah Hesen (Aram Amanos) bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Refîq veşartin.
Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyê şervanê YPG′ê Ebdullah Hesen (Aram Amanos) bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Refîq veşartin.
Bi hezaran welatiyên Kantona Efrînê, şervanên YPG/YPJ/Hêzên Asayîşê, Endam û rêveberên TEV-DEM′ê û Endamên Saziyên Rêveberiya Xweser, cenazeyê şervanê YPG′ê Ebdullah Hesen (Aram Amanos) wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya navçeya Şera ve ketin rê.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre cîgirê Hevserokatiya Desteya Malbatên Şehîdan Xelîl Ehmed axivî, hemû cangoriyên azadiyê bibîr anîn û bal kişand ser destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatin bidestxistin.
Piştre jî birayê şehîd, Mîlîtan Şêrawî jî axivî û diyar kir ku birayê wî mirovekî dilpak û xwedî vîneke xurt bû. Mîlîtan diyar kir ku bi şehadeta birayê xwe ser bilind e û got: ″Aram bi hêviya ku ala azadiyê li asîmanê Girê Seman hilde, şehîd bû. Em ê bi ruhê şehîd Aram, bi ser bikevin û serkeftinên hê mezintir bi dest bixin.″
Dayîka şehîd, Nezîra Hesen jî diyar kir ku ew bi şehadeta kurê xwe ser bilind e û got: ″Axa welatê me ku ji ber çeteyan û artêşa Tirk a dagirrker qirêj bûye, bi xwîna kurê min û hemû cangoriyên azadiyê paqij dibe.″
Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin.
Girseya gel bi dirûşa ‘Şehîd Namirin’ ve cenazeyê Amanos veşartin.