Cenazeyê du şervanan hate veşartin
Şervanên YPG’ê yên ku di Pêgava Azadkirina Reqayê de şehîd bûne tên veşartin.
Şervanên YPG’ê yên ku di Pêgava Azadkirina Reqayê de şehîd bûne tên veşartin.
Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê û bajaroka El-Kerama cenazeyên du têkoşerên YPG`ê ” Mehmûd Ehmed(seyfdar Meteb) û Abdullah Hedad (Memo Kerama) ên ku di bajaroka EL-Cezra di 5 Hizêranê şehîd bibûn, ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi gundê Cidîdit EL-Xabûr ketin rê.
Li goristana gund merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre jî Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Hemîd Hesen axivî û sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û soza şopandina rêya cangoriyên azadiyê da.
Her wiha Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel ( YPG ) Ezîz Hesen jî di merasîmê de axivî sersaxî ji malbatên şehîdna re xwest û diyar kir ku bi saya şehîdan pira di navbera gelan de hate çêkirin û rêya azadiya ji bo gelan ronî bû.
Li ser navê Meclîsa Sivîl a Reqayê Şêx Hemed Şehadê axivî û şerê bi rizgarkarkirina bajarê Reqayê ji çeteyan, wê roj ji nû va derkeve.
Piştî axaftinan, Hemîd Hesen nasnameya şehîdan radestî malbatên wan kir. Di dawiya merasîmê de, cenazeyên her du şehîdan bi dûrişmeyên”Şehîd Namirin”hatin definkirin.