Cenazeyê Şehîd Agir Amûdê hate veşartin

Li Amûdê bi sedan kesî merasîmek lidar xistin û cenazeyê şervanê YPG'ê Agir Amûdê spartin axê.

Şervanê YPG'ê Agir Amûdê 16'ê Gulanê li ser rêya Til Temirê di encama qezayeke trafîkê de şehîd bû. Îro bi sedan şêniyên navçeya Amûdê û gundên wê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Agir Amûdê li Goristana Şehîd Îsmaîl a li navçeyê spartin axê.

Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê bavê şehîd Alan, Mihemed Seîd Ehmed axivî û di kesayeta şehîd Agir Amûdê de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û sersaxî da malbata şehîd.

Mihemed Seîd Ehmed di axaftina xwe de diyar kir ku şehîd Agir Amûdê bi wêrekiyeke mezin di berxwedana Hesekê de cih girt û heta kêliya dawîn a jiyana xwe hemû erkên ku diketin ser milî wî bi hezkirinek mezin bi cih anîn.

Mihemed wiha axaftina xwe domand: "Em weke malbatên şehîdan her tim xwe deyîndarê şehîdan dibînin, em soz didin ku her tim rêya şehîdan bişopînin û daxwaza wan bi cih bînin û her kêlî di nava berxwedanê de bin."

Li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Amûdê jî Berxwedan Amûdê axivî û got: "Di kesayeta şehîd Hakî Karer û şehîd Agir Amûdê de em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li hember wan ditewînin. Di nava şoreşa me de her tim du rê bi hev re hatine jiyankirin, yek rêya berxwedanê û tekoşînê ye, ya din jî rêya teslîmiyet û îxanetê ye. Rêhevalê me Agir Amûdê jî riya berxwedan û tekoşînê hilbijart. Li ser fikr, felsefa û paradîgmaya Rêber APO li axa Rojava bi cesaretek mezin heta kêliya jiyana xwe ya dawî li ber xwe û tevlî karwanê şehîdan bû."

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbata şehîd Agir Amûdê hat kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.