Cenazeyê 8 şervanên azadiyê li Girê Spî hatin veşartin
Welatiyên bajarê Girê Spî cenazeyên 8 şervanên YPG`ê yên ku di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Mehmûd Tema veşartin.
Welatiyên bajarê Girê Spî cenazeyên 8 şervanên YPG`ê yên ku di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Mehmûd Tema veşartin.
Di merasîma cenazeyê şervanên YPG’ê Hisên El-Hesen (Hisên Reqa), Ehmed El-Xewalî (Ehmed Reqqa), Abdullah Mûstefa (Rakan Til Ebyed), Îsmail Ukle (Meona), Mûstefa Muslim (Mûstefa Silûk) û Hesan Elî (Ferman)de, Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên Girê Spî Hemdan El-Ebd û Zelîxe Ebdî, endamên TEV-DEM, MSD`ê û bi sedan kes amade bûn.
Kerwanê şehîdan ji bajarê Girê Spî ber bi Goristana Şehîd Mehmûd Tema ya li gundê Tenhûze ve bi rê ket. Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina şervanên Erka Xweparstinê ve destpê kir. Piştre jî Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Wehîd Abdullah axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û serketinên QSD`ê li Reqa û Bakurê Sûriyê pîroz kir.
Hemdan El-Ebd jî di merasîmê de axivî û destnîşan kir ku bi destxistina serkeftina rizgarkirina Reqayê, wê hemû planên dewletan ku destekê didin terorê û di serî de dewleta Tirk, têk biçe.
Her wiha Endama Kongreya Star Heyfa Muslim jî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdna re xwest.
Paştre Endama Saziya Malbatên Şehîdan Zozan Hesen nasnameya cangoriyên azadiyê xwend û radestî malbatên wan kir.
Bi dûrişmeyên şehîd namirin cenazeyên 8 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin.
Hêjayî gotinê ye ku nasnameyên du cangoriyan ku malbatên wan hê li herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de ne, ji bo parastina wan nehatin eşkerekirin.