Cenazeyê 4 şehîdan li Reqayê veşartin
Cenazeyê 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên 8’ê Sibatê di encama êrîşa eteyan a li bajarokê Kubîş a Reqayê de şehîd bûbûn, li Gunêd Hikumiyê veşartin.
Cenazeyê 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên 8’ê Sibatê di encama êrîşa eteyan a li bajarokê Kubîş a Reqayê de şehîd bûbûn, li Gunêd Hikumiyê veşartin.
Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elaa El-Îbrahîm, Amir El-Bedir, Reşîd El-Zahir û Eymen El-Mihemed 8'ê Sibatê dema erka xwe bicih dianîn, di encama êrişeke komên terorîstî de li bajarokê Kubiş a rojava ya dikeve bakurê rojavayê navenda bajarê Reqayê şehîd bûn.
Bi sedan şêniyên bajar û gundewarê Reqayê bi merasîmekê cenazeyên her sê şehîdan li goristana Şehîdan a li gundê Hikumiyê yê Reqayê veşartin.
Merasîm bîranîna şehîdan bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn destpê kir. Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ensas Mihemed axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza parastina ewlehiya herêmê da.
Hevserokê Meclîsa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El-Zîb jî got: "Em îro şehîdên xwe oxir dikin, şehîdên ku ji bo parastina vê xakê û belavkirina ewlehî û aramiyê tiştên herî giranbuha dane." El-Zîb soza şopandina xeta şehîdan da.
Piştî axaftinan, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Emîna Hec Elî nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.
Cenazeyên şehîdan di nava diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tiliyên dayikan hatin veşartin.