Cenazeyê 4 Şehîdên Reqayê li Hesekê hatin veşartin
Welatiyên Kantona Hesekê û gundewarên wê cenazeyê 4 şervanên YPG'ê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmekî heybet li Goristana Şehîd Dijwar veşartin.
Welatiyên Kantona Hesekê û gundewarên wê cenazeyê 4 şervanên YPG'ê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmekî heybet li Goristana Şehîd Dijwar veşartin.
Bi sedan welatiyên Kantona Hesekê cenazeyê şervanê YPG'ê Mihemed Seîd Kosa (Esmer Hesekê), Ehmed Cemo(Ehmed Cemo), Salih Hecîc (Ciwan Hesekê) û Emar Elî (Nimir Hesek), ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwanekî ku bi wêneyên şehîdan û alayên YPJ û YPG’ê hatibû xemilandin, berê xwe dan Goristana Şehîd Dijwar.
Li goristanê ji aliyê şervanên YPG û YPJ'ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed Esed axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Fermandara YPJ`ê Mehabat Koçer axivî û serkeftinên ku bi saya xwîna şehîdan tê bidestxistin li gelên herêmê pîroz kir û careke din soza şopandina rêya cangoriyan dan.
Her wiha Endamê Yekîtiya Karûbarên Olan, Şêx Mela Reşîd axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Piştî axaftinan, Endama Meclîsa Malbatên Şehîd Îlham Bekir, nasnameyên şehîdan xwend û radestî malbatên şehîdan kir.
Bi tilîliyên dayîkan û dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re, cenazeyên her çar cangoriyên azadiyê li Goristana Şehîd Dijwar hatin veşartin.