Cenazeyê 3 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê hatin veşartin

Welatiyên navçeya Şedadê cenazeyê 3 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a navçeya Şedadê spartin axê.

Bi sedan welatiyên navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê cenazeyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Ehmed Hebaş (Delîl), Mihemed Sultan (Hûsam) û Abdulreham (Ebd) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a Şedadê ve bi rê ketin.

Li goristanê ji bo şehîdên azadiyê deqîqeyekê rêz  hate girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Têkiliyên Leşkerî Azad Hesekê axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Azad di dewama axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştre wesîqetên şehadetê ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Bera Hayis ve hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Di dawiyê de cenazeyê her sê şehîdan bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin oxirkirin.