Cenazeyê 3 şervanên azadiyê bi merasîmekê spartin axê

Li Qamişlo û Minbicê cenazeyê şervanên YPG’ê Berxwedan Rojhilat û Qadir Acar û şervanê Meclîsa Leşkerî ya Babê El-Keyarî bi merasîmeke heybet spartin axê.

Bi hezaran kes ji bo merasîma cenazeyê şervanên YPG‘ê Berxwedan Rojhilat û Qadir Ocar ên li ser karê xwe li Sirînê şehîd bûn, li ber nexweşxaneya Şehîd Hogir a Dêrikê kom bûn, piştî ku cenaze wergirtin bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Xebat ve herikîn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ji aliyê şervanên YPG’ê û Hêzên Erka Xweparastinê ve hate destpêkirin.

Di merasîmê de ji fermandarê YPG‘ê Mihyedîn Xêrkê soza şopandina rêya şehîdan ta pêkanîna armancên wan da û wiha got: "Serkeftinên ku hatine bidestxistin, berhemên xîwna şehîdan e."

Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Mihemed jî di merasîmê de axivî û ev tişt got, "Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi saya hevgirtina hemû pêkhateyan û lehengiya şervanan li hemberî çeteyan bi serket. Bi vê ruhî gelên herêmê xwedî li felsefeya Ocalan derketin.”

Piştî axaftinan nasnameyên her du şervanan hatin xwendin, her wiha nasnameya gerîlayê HPG‘ê Lezgîn Remedan (Herekol) ku sala 1991 li herêma Zapê di şerê li dijî dagirkeriya Tirkiyê de şehîd bibû, hate aşkerekirin.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatan hate kirin.

Cenazeyê şehîdan bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ spartin axê.

MINBIC

Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Babê El-Keyarî yê ku li ser karê xwe şehîb bibû, ji ber nexweşxaneya Firat a bajarê Minbicê ber bi Goristana Şehîdan ve bi rê ket.

Bi sedan kes beşdarî merasîmê oxirkirinê bû. Girseya welatiyan alên Meclîsa Leşkerî ya Babê û wêneyên şehîd hilda bûn.

Li goristanê, merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê û rêzgirtinke leşkerî ji aliyê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ve destpê kir.

Li ser navê Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Babê Yûsif Erîma axivî û got: "Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin. Tişta ku em bikin, soza xwe ya me bi şehîdan re daye pêk bînin û herêmên di destê dagirkeran de maye rizgar bikin."

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Hesna El-Dahir jî axivî û ev tişt anî ziman: "Em bejna xwe li hemberî lehengiya şehîdan ditewînin, gotin ku mafê şehîdan bide nînin. Ji ber şehîdan ji bo azadiya me berdelên giranbuha dane."

Di dewama merasîmê de li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, serokê Karûbarên Olî Elî El-Cemîlî axivî û destnîşan kir ku ew bi xwîna şehîdan bi aramî li ser axa xwe jiyan dikin. El-Cemîlî banga xwedîderketina li xwîna şehîdan kir.

Bi navê malbata şehîd, Mihemed Rebî Osman jî axivî û wiha got:"Abdullah ne şehîd yekem e û ne jî yê dawî ye. Abdullah xeta şehîdan şopand û soza xwe ya bi hevalên re dabû bi cih anî. Em jî soz dikin ku em ê heta dawiyê şopdarên xeta wî bin ta rizgarkirinê herêmê ji dagirkeran."

Piştî axaftinan, endama Saziya Malbatên Şehîdan Semer El-Casim nasnemeya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyan hate veşartin.