Cenazeyê 3 şehîdên ‘Bagera Cizîrê’ bi merasîmekê hatin veşartin

Cenazeyê şervanên YPJ’ê Bêrîvan Habeş (Amara Rojhilat), Gurbed Kaplan (Gûneş Botan) û şervanê YPG’ê Firat Ataş (Mahîr Amed) bi merasîmekê li Goristaa Şehîd Xebat Dêrik hatin veşartin.

Bi hezaran welatiyên herêma Dêrik û Girkê Legê cenazeyê şervanên YPJ‘ê Bêrîvan Habeş (Amara Rojhihat), Gurbet Kaplan (Gûneş Botan) û şervanê YPG‘ê Firat Ataş (Mahir Amed) ên ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya "Şerê Tinekirina Terorê" de şehîd bibûn, ji Nexweşxaneya Şehîd Hogir a bajarê Dêrikê wergirtin û ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrikê ve oxir kirin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate lidarxsitin. Piştre ji fermandarên YPG’ê Mihyedîn Xêrkê axivî, sersaxî ji tevayî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re xwest û got; “Serkeftinên hatin bidestxistin berhemên xwîna şehîdan e. Em soza rizgarkirina tevayî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dûbare dikin.”

Piştre ji rêveberên TEV-DEM‘ê Dilêr Rojhilat sersaxî ji gelên herêmê re xwest û got: "Berdêlê azadiyê giranbuha ye, keç û xortên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê teredudu berdêl dan û serkeftin anîn."

Piştre nasnameyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Malbatên şehîdan gotin ew bi şehadeta zarên xwe serbilind in û soz şopandina rêya wan dan.

Girseya gel cenazeyê şehîdan bi dirûşmeya "Şehîd namirin" li goristanê veşartin.