Cenazeya zarokê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, hate veşartin

Cenazeya zarokê ku di encama êrîşa dewleta Tirk a li ser gundê Tinib a Şêrewayê şehîd bibû, hat veşartin.

Cenazeya zarokê bi navê Eseed Mihamîd ê ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser gundê Tinib a Şêrewayê de şehîd bibû, hat veşartin.

Şeniyên Efrînê ji bo zarokê bi navê Eseed Mihamîd li ber Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê merasîmeke li dar xist. Cenazeyê Eseed Mihamîd wê li gundê Tinibê bê veşartin.

‘DEWLETA TIRK LI ZAROKAN DIDE’

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Nedêr Mislêm di merasîmê de axivî û got: “Em êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar dikin. Duh jî li gundê Tinibê Eseed Mihemed şehîd bû. Em sersaxiyê ji malbata wî re dixwazin.”

Li ser navê rêveberiya navçeya Şêrewa Wehîd Hemîdo diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker her tim herêmê topbaran dike û li zarokan dide.