Cenazayê şervanê YPG’ê Rakan hate veşartin
Welatiyên Til Hemîsê cenazeyê şervanê YPG’ê Rakan El-Îsa bi merasîmekê li goristana Şehîd Raxib El-Etiyê spartin axê.
Welatiyên Til Hemîsê cenazeyê şervanê YPG’ê Rakan El-Îsa bi merasîmekê li goristana Şehîd Raxib El-Etiyê spartin axê.
Bi sedan welatiyên navçeya Til Hemîsê cenazeyê şervanê YPG’ê Rakan El-Îsa (Tufeyhî Til Îsa) ku roja 4’ê Sibatê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê ya bajêr wergirtin û bi karwanekî wesayîtan berê xwe dan goristana Şehîd Raxib El-Etiyê.
Li goristanê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqîqeyeke rêz hate girtin û şervanên YPG/YPJ’ê merasîmeke leşkerî lidarxist.
Li ser navê fermandariya YPG’ê Kemal Pîr, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Xilêwî, li ser navê TEV-DEM û Meclîsa Gel a navçeya Til Hemîsê Salih El-Xelef axivîn. Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan dubare kir.
Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Di dawiya merasîmê de gel cenazeyê şehîd bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ û tîliyên dayikan li goristanê spartin axê.