Bîlançoya roja 8'an a li Holê: 14 çete hatin girtin
Di roja 8'an a Pêngava Mirovî û Ewlekariyê de ku li Kampa Holê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tê meşandin, 14 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin.
Di roja 8'an a Pêngava Mirovî û Ewlekariyê de ku li Kampa Holê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tê meşandin, 14 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser operasyona li dijî gefa DAÎŞ'ê bîlançoya roja 8'an eşkere kir.
Di daxuyaniyê de ev hate gotin:
"Hêzên me di dema operasyonên lêgerîn û paqijkirinê ya roja 8´an de 14 çeteyên ji şaneyên DAÎŞ'ê girtin, 14 konên çeteyan ji bo cihên perwerdeyê bi kar dianîn rakirin, 7 rextên leşkerî û 7 telefonên destan ku ji bo têkiliyê bi çeteyên din re girtin.
Di lêpirsînên bi çeteyên hatine girtin de, çete li xwe mikur hatin ku bombe û madeyên teqemeniyê veşartine. Hêzên me bi operasyoneke taybet xwe gihand cihên ku ew tişt lê veşartin û dûrî kampê bi 100 metreyî ye. Bi wê re hêzên me 13 bombe, gelek cebilxaneyên qilêşê, 15 kîlo TNT û pêdiviyên çêkirina teqemeniyan dîtin û girtin."