’Biharînek çû wê bi sedan kes cihê wê bigirin’
Malbata lehenga nemir Biharîn Kendal derbarê şehadeta Biharîn de got “Biharînek çû wê bi sedan rêya wan bişopînin.”
Malbata lehenga nemir Biharîn Kendal derbarê şehadeta Biharîn de got “Biharînek çû wê bi sedan rêya wan bişopînin.”
Dewleta Tirk ya dagirker li her aliyê welat bi hovîtî êrîşan dike. Lehenga nemir Biharîn Kendal (Delal Elî) jî di 24’ê Îlona 2020’an de li Wanê şehîd bû. Şehîd Biharîn Kendal bi berxwedanî û lehengiya xwe bû yek ji sembolên jinên berxwedêr, ji bo azadiya tevahiya gelan soza bilindkirina têkoşînê da. Di şerê Kobanê de ji bo azadiya axa xwe berxwedaniyeke bênavber kir û bû mînaka jina azad. Li Minbic, Tebqa, Reqa, Eyn Îsa û li tevahî herêmên di bin tarîtiya DAIŞ’ê şer kir û piştre dîsa berê xwe da çiyayên azad. Şehîd Biharîn bû mînaka jina azad.
Nîhad Elî yê ku birayê şehîd Biharîn Kendal e, diyar kir şehîd Biharîn berxwedaniya xwe li Minbîc, Reqa, Tebqa, Eyn Îsa û Kobanê domand û got “Şehîd Biharîn piştre berê xwe da çiyayên azad û li wir tevî hevrêyên xwe berxwedana xwe domand.”
BIHARÎNEK ÇÛ WÊ BI SEDAN RÊYA WAN BIŞOPÎNE
Nihad Elî diyar kir ku bila dijmin baş bizanibe Biharîn çû bi sedan wek Biharîn wê rêya wê bişopînin û got “Biharîn ne bi tenê ji bo xwe têkoşiya. Ew ji bo tevahî gelên bindest têkoşiya. Dewleta Tirk a dagirker li her derê êrîşên hov dide meşandin. Divê dewleta Tirk a dagirker bizanibe ku gelê Kurd bi yek û duduyan bi dawî nabe. Wê hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedaneke mezin bidin meşandin.”
LI KU DERÊ KURDEK HEBE DEWLETA TIRK DIXWAZE WAN KURDAN QIR BIKE
Nihad Elî diyar kir bingeha dewleta Tirk bi xwe teror e û got “ Me dît dema çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kir, dewleta Tirk tu bertek nîşan neda. Hemû dinya dizane ku DAÎŞ ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê perwerdekirin. Berevajî van tiştan dewleta Tirk a dagirker bi hinceta ku ‘teror’ lê heye bi hawan, obus û balefirên şer êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Çima dewletên garantor li hemberî vê rewşê bêdeng in. Armanca dewleta Tirk ev e ku heke Kurdek li Efrîkayê jî hebe, dewleta Tirk biçe li wir jî Kurdan tune bike. Lê em Kurd naqedin, heke yek ji me here wê bi sedan şûna wê bigirin.”
Nîhad Elî bi silavkirina berxwedana gerîla axaftina xwe qedand û got “Em heta dawiyê bi gerîla re ne. Dewleta Tirk çiqasî tank û topan bi kar bîne jî em ê tu carî dev ji berxwedana xwe bernedin. Divê were zanîn wê serkeftin ya gelê me be.”
Eyşa Elî ya ku xwişka şehîd Biharîn Kendal e jî diyar kir Biharîn ji bo axa pîroz û azadiya tevahî gelan li ber xwe da û got “Em malbata şehîd Biharînm em ê heta dawiyê tola şehîdan hilînin û rêya wan a pîroz bişopînin. Heke Biharînek biçe wê bi sedan Biharîn cihê wê dagiriin. Em heta dawiyê bi gerîlayên azadiyê re ne. Em berxwedana gerîla silav dikin.”