'Bi xurtkirina rêxistinbûnê divê em bersivê bidin dijmin'

Endama Rêveberiya Jin ên Ciwan a Herêma Efrînê Ferîda Neesan bal kişand ser girîngiya rêxistinbûnê û bang li ciwanan hemûyan kir ku bi rêxistinbûneke xurt bersivê bidin siyaseta şerê taybet a dijmin.

Rêvebera Jin ên Ciwan a Herêma Efrînê Ferîde Neesan li ser karê jin ên ciwan li efrînê di nava şoreşa Rojava de axivî.

Neesan bi bîranîna şehîdên doza azadiyê dest bi axaftina xwe kir û got, "Di nava vê şoreşê de jinan xwe ispat kirin. Piştî ku fikir û felsefeya Rêber Apo û doza azadiyê nas kirin, xizmeta tenê li malê û ji zilam re qebûl nekirin, di her qada jiyanê de xwe bi pêş xistin û bi erka pêşengiya şoreşê rabûn. Vê erka xwe hîn jî didomîne. Di berxwedana serdemê û berxwedana rûmetê de jin bûn sembola têkoşîn û berxwedanê. Mînakên herî mezin jî Şehîd Avesta, Şehîd Barîn e, Şehîd Hevrîn e."

Li ser rola jin ên ciwan di berxwedana serdemê de Neesan got, "Di her kêliya berxwedanê de cih girtin. Her wiha tê zanîn ku bi sedan, bi hezaran ciwan tevlî şoreşê bûn û gihîştin asta şehadetê. Dem hebû bûn mertalên zindî û li kêleka şervanan di çeperên berxwedanê de cih girtin, dem çêbû ku bi rengekî çalak tevlî berxwedan û kar bûn. Vê helwesta xwe heta niha jî didomînin. Jin ên ciwan di her kêliya vê berxwedanê de hene."

Neesan ragihand ku piştî koçberbûna li Şehbayê, wan berxwedana xwe dewam kirin û got, "Jinên ciwan xwe bi rêxistin kirin û li dijî dijmin bi her awayî rawestiyan."

Neesan diyar kir ku ew hewl didin xwe bigihînin ciwanan hemûyan, wan bi rêxistin bikin û got, "Divê em li dijî vê siyaseta şerê taybet a dijmin bibin bersiveke xurt."

Ferîda Neesan bi dwamî got, "Civaka ku em di nav de ne civakeke Rojhilata Navîn e ku bi zîhniyeta zilam mezin bûye. Ev zîhniyet bi çavê koletiyê li jinê dinere, lewma heta ku em vê zîhniyetê ji holê rakin divê têkoşîneke xurt bimeşînin."

Neesan bang li jinan hemûyan kir ku qîrîna azadiyê bi hev re bilind bikin.