Bi operasyonekê çekên MÎT’ê yên ji bo çetan şandibûn hatin girtin

Hêzên Taybet ên girêdayî asayîşa Kobanê bi operasyoneke çekên ku ji aliyê MÎT’a Tirk ve ji bo çeteyên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şandibûn girtin.

Di demên dawiyê de dewleta Tirk a dagirker li kêleka hemû êrîşên ku li ser herêmê pêk tîne hewl dide ku gelek sîxurên xwe derbasî herêmên di bin destê QSD`ê de zêde bike da ku tevliheviyê derxîne.

Di encama oparasyona ku ji aliyê Hêzên Taybet ve li herêma Reqayê pêk hat hin çekên NATO'yê yên ku bi rêya hin kesan ve derbasî herêma Reqa û Dêra Zorê bûne û radestî hûcreyên veşartî yên çeteyên dewleta Tirk bûne, hatin girtin.

Têkildarî mijarê endamê Hêzên Taybet ên Asayîşê bi navê D.M ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku piştî xebatên îstixbaratî hate ragihandin ku li Taxa Mişlib a Reqayê şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê hene, me dest bi operasyonê kir.

 D.M diyar kir ku piştî operasyonê derket holê ku ev çek derbasî Dêra Zor û Reqayê tên kirin û radestî şaneyên veşartî yên çeteyan dibin. D.M wiha got: “Ev çek ên dewleta Tirk in. Dewleta Tirk dixwaze bi van çekan şaneyên razayî yên DAÎŞ’ê zindî bike. Li herêmê nakokiyan derbixin.”

Hêjayî bibirxistinê ye bûyera ku beriya demekê li herêma Dêra Zorê derket û hin kes li dijî QSD`ê rabibûn û bi çekên NATO yê êrîş kiribûn ew jî hûcreyên veşartî yên dewleta Tirk bûn.