Bi mersîmeke heybet 4 şehîdên Berxwedana Serdemê hatin veşartin

Bi tevlîbûna bi hezaran welatiyê Efîrn û Kantona Şehbayê cenazeyê 3 şehîdên Berxwedana Serdemê ya Efrînê şehîd bibûn hatin veşartin. Her wiha di merasîmê de jî nanameya 2 şervanan jî hatin eşkerekirin.

Bi tevlîbûna herzaran welatiyan ji bo şervanên YPG/YPJ’ê (Rûstem Cûdî), Gurbet Taksun (Sarya Rizgar), Ferhat Buzkurt (Agir Agirî), Salar Sabûnî (Mesûd Carcîr) û Zinar Çiya yên di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bibûn merasîmek hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî li navçeya Ehrez a Şehbayê hate lidarxistin ve destpê kir.

Di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Reşîd Şêx Qnber axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Her ku zarokên me şehîd dibin, hê zêdetir girêdana me ya bi welat û xakê ve zêdetir dibe.

Rêveberiya Kongreya Star Viyan Zinar jî diyar kir ku ji ber ku şervanan serî li ber çete û dewleta Tirk a dagirker netewandin, berê xwe didin Efrînê û li dijî dagirkeriyê şer dikin.

Di dewama merasîmê de ji Rêveberiya Xweser a Kanotan Efrînê jî Havîn Reşîd axivî û tevî her şert û mercên giran gelê me yê ku li Efrînê 58 rojan bê navber li ber xwe da, îro jî berxwedana xwe didomîne û wê heta rizgarkirina Efrînê jî dom bike.

Di dawiya axaftinan de nasnameya şehîdan hatin eşkerekirin û radestî malbatan kirin. Cenazeyê şehîdan bi dirûşma “Şehîd Namirin” û tilîliyên dayikan hatin veşartin.

QAMIŞLO

Ji bo şervanê Erka Xweparastinê Elî Ehmed ê bi nasnav Ferhat ê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, li Qamişlo merasîmek hate lidarxistin.

Di merasîmê de Fermandarê YPG’ê Şengal Til Koçer axivî û got: “Em ê heta dawî li ser rêya şehîdên xwe bimeşin û soza me dayî em ê heta rizgarkirin bicih bînin.”

Piştî axaftinan û şûnde nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehdî bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.