BI DÎMEN

Bi girseyî serdana konê sersaxiyê hate kirin

Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbatên 4 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn re xwestin ku di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûn.

Bi sedan şêniyên Qamişloyê sersaxî da malbata endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdulselam El Ehmed, Mihemed El Seyîd, Rebah El Ehmed û Yamin Şedad ên ku 2’ê Sibatê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.

Konê sersaxiyê li pêşiya Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan hatiye vedan. Li kon wêneyên her çar şehîdan hatin daliqandin. Şênî, endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kongra Star, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û saziyên civaka sivîl serdana konê sersaxiyê kirin.

Piştî deqeya rêzgirtinê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatma El Casim axivî û got, bila malbatên şehîdan ji ber şehadeta zarokên xwe serbilind be. Fatma El Casim bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha dom kir: “Em ê bi yekdestî bi Kurd, Ereb û Suryanên xwe rê nedin Erdogan û hevakrên wê ku sûcên xwe li dijî me pêk bîne, em azad çêbûne û em ê azad biçin.”

Birayê Şehîd Mihemed El Seyîd Cûdî El Seyîd jî axivî û da zanîn ku ew ê ji bo gelê xwe yê bi rûmet her li ser xebatê be û got: “Şehadeta Mihemed ji me re cihê serbilindahiyê ye.”

Ji Farmandarê Meclisa Leşkerî ya bajarê Qamişlo Nezîr Sofî axivî û destnîşan kir ku ew li Kurdistanê bi giştî li gorî fadekariya şehîdên xwe tevbigerin. Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li pêşiya çavê hemû hêzên li Sûriyeyê êrîşan pêk tîne û bi navê gelan bang dike, lê gelan bi van sloganan dixapîne.

Piştî axaftinan merasîmê sersaxiyê bi dirûşmeya “Bi can û bi xwîn em bi te re ne ey şehîd” bi dawî bû.