Bi girseyî serdan li konê sersaxiyê yê du şehîdan hat kirin

Bi sedan kes çûn serdana konê sersaxiyê yê Elî Osman û Orhan Miho ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de 9’ê Cotmehê bûn şehîd.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê ji bo 2 şehîdên Hêzên Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbir Elî Mihemed Osman û Orhan Hisên Miho yên ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a 9`ê Cotmehê de şehîd bûn, meresima sersaxiyê li dar xist.

Konê sersaxiyê li Qada Şehîd Egîd a li bajarê Kobanê hat vedan û bi sedan şêniyên bajêr, endamên saziyan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî meresima bûn.

Li bin kon, wêneyên şehîdan û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

Piştî rêzgirtinê, Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Firatê Bozan Xelîl axivî. Bozan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û bal kişand ser êrişên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker.

Ji endamên Rêveberiya Kongra Star a herêma Firatê Macîde Hiso jî axivî. Macîde sersaxî ji malbatên 29 şehîdên êrişa 9`ê Cotmehê re xwest û got: “Şehîdan ji bo azadiya gelê Kurdistanê canê xwe feda kir. Em dizanin ku em di meha komployê de ne. Ev êrîş jî berdewama komployê ye. Lê em ê heta dawiyê têbikoşin.”

Li ser navê partiyên siyasî jî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriyeyê (PDKS) Gêlo Îsa axivî û sersaxî da malbatên şehîdan. Îsa diyar kir ku herêm di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û got: “Em ê ji bo azadiya gelê xwe her li hember diminan têbikoşin.”