Rûspiyên Eşîreyên Reqayê ên ji Taxa Şêx Meqsûdê ya li Helebê diyar kirin Newroza 2022'an vîna xurt û hevpar a gelên Sûriyeyê, fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tesmîl dike.
Du rûspî ji eşîreyên Ereb ên li Taxa Şêx Meqsûdî ya li Helebê di derbarê Newroza 2022'an de axivîn. Ji rûspiyan Elî Hesen got bal kişande ser ku Newroz ne tenê cejna gelê Kurd e, ji bo hemû nasnameyên Sûriyê ew xwedî cihekî taybet e, gelek stran û helbest bi Erebî li ser Newrozê hene û got, ''Newroz di jiyana me de ne cejneke nû ye lê ji ber hêzên otorîter û serdest ên ku netewdewlet li ser me ferz kirin, ku li ser bingeha yek al û yek netewê ye, bû sedem ku em heya demeke dirêj ji Newrovê bêpar man. Belê Kawayê Hesinkar bi pêta agir dawiya tarîtî û zordariyê anî û jiyaneke azad ji tevahî mirovan re afirand. Ji ber vê yekê ev cejin li Tirkiyê, Îranê, Sûriyeyê û Iraqê ji hêla hêzên serdest ve qedexe bû, lêbelê vîna gelan ya xurt li pêş vê koletiyê derket. Newroz roja azadîbûna ji qeyd û zincîrên koletiyê ye. Îsal hejmareke pir mezin ji pêkhateyên Sûriyeyê beşdarî şahiyên Newrozê yên li Taxa Şêxmeqsûdê bûn, hejmara wan gihaşt nîv milyon kesî. Her wiha li şahiyên Reqa, Tebqa û Minbicê jî hejmara beşdaran ji salên berê zêdetir bûn. Ji ber ku baweriya pêkhateyên Ereb bi Newrozê heye û em jî weke gelê Kurd hêviyên me ji bo azadîbûnê heye."
Elî Hesen bi berdewamî diyar kir hêzên desthilatdar û zordar her tim hewl didin ku nakokiyan di navbera gelê Kurd û Ereb de pêk bînin, lêbelê cejna Newrozê ji tarîtî û koletiyê re azadîbûn û têkoşînê tîne û got,'' Projeya Neteweya Demokratîk ya ji bo biratiya gelan û hevjiyaneke azad bang dike, hatiye asteke pêşketî ku kesên desthildar wê nikaribin vê projeyê û van nêzîkatiyan tune bikin, ji ber ku ev proje ji pêkhateyên herêmê re bûye bingeh û esas. Jixwe metirsiya dewletên derve a mezin ji van nêzîkatiyên di navbera gelê Kurd û Ereb de heye, yekbûyîna gelê Kurd bi gelê Ereb re ji hêzên desthilatdar û zordar re bûye cihê metirsiyê."
Elî Elhesen dawî li gotina xwe anî û wiha got: Kesekî nikarîbû behsa cejna Newrozê bikiraya ji ber ku qedexe bû, lê bi fikir û felsefeya rêber Apo û bi mêlîtanên têkoşer û fedekarên azadiyê, ku ji 50 salî û heya roja îro berxwedaniyê ji bo çirûska azadiyê dikin, em bê tirs şahiyan ji bo cejna Newrozê li dar dixin. Li gor min pêwîst e ku ev cejin bibe cejneke navnetewî ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê tevî ol û mezhebên xwe vê cejnê pîroz bikin. Ji ber ku îro em weke gelê Sûriyeyê pir rengî û hevbeşiyê temsîl dikin û em gelê Kurd û Ereb her û her em ê bi hev re hevkar bin, em ê bi fikir û felsefeya rêber Apo girêdayî bin, em ê Erdoganê xwînxwar û terorîst têk bibin û em ê bi hev re hemî herêmên dagirkirî ji Girêspî û Serêkaniyê û di serî de Efrîna rengîn rizgar bi temamî ji destê zordaran rizgar bikin."
Ehmed Hesen jî yek ji rûspiyên Taxa Şêxmeqsûdê ye, got, "Me kirîza Sûriyeyê ji destpêka wê de jiyan û beriya ku saziyên Rêveberiya Xweser li Taxa Şêxmeqsûdê ava bûbana, em mil bi mil l igel birayên xwe yên Kurd sekinîn û me bi hev re têkoşîn ji bo azadiya gel û ji bo pêkanîna hevjiyaneke azad û hevbeş ya pirojeya Netewa Demoqratîk kir. Jixwe berxwedaniya herdû gelên Kurd û Ereb yên li Taxê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên terorîst û serketina wan pev re wê qet neyê jibîrkirin, ku pev re bi rihekî hevpar dijmin têkbirin. Ev ji bo me serketineke pir mezin û heja bû, ku herdû pêkhate dest bi dest dijminê bav û kalan têk birin. Em pêkhateya Ereb Fikir û felsefeya rêber Apo û projeya Netewa Demokratîk ji me re weke vejînbûna jiyaneke nû bû."
Ehmed Elhesen bi gotina xwe ve çû û got," Em bi felsefeya biratiya gelan ya li Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê bandor bûn û me hevgirtin û girêdana gelên herêmê û destkeftiyên wan bi hev re dît. Ji wan destkeftiyan pêkanîna Sûriyeyek demokratîk bû, ku di nava xwe de hemû pêkhateyên herêmên Bakûr û Rojhilatî Sûriyeyê digre dest. Ji ber vê yekê pîrozkirina cejna Newrozê ji mafê me ye jî."
Ehmed Elhesen dawî li gotina xwe anî û got," Em banga azadîbûnê ji mirov re, yekbûyîna xaka Sûriyeyê û gelê wê û pêkanîna danûstandineke navxwe di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de dikin. Em hêvî dikin ku Newroza bê em li Efrîna rengîn û bi rêberî gelê Kurd re pîroz bikin, yê ku rêya tarîtiyê ji tevahî gelan re ronî kir û projeya Neteweya Demokratîk û biratiya gelan bi cih anî."