Bi dehan bajaran bi hezaran kes ji bo Efrînê daketin qadan

Kurdên li Ewrûpayê û dostên wan ên li Ewrûpayê êrîşa li dijî Efrînê bi awayekî girseyî protesto dikin.

Elmanya, Fransa û Swîsre di serî de gelê Kurd li gelek bajarên Ewrûpayê dadikevin qadan û êrîşên li dijî Efrînê protesto dikin.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrtêyê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê bi meşekê hate protestokirin.

Meş li pêşiya HBF’a Frankfûrtê hate destpêkirin û nêzî 1500 kes beşdar bûn. Girse li vê derê bi sloganên ‘Bijî berxwedana Efrînê’ heta Qada Romerê meşiyan û li qadê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de li ser navê PYD-Ewrûpayê Ethem Rojava axivî û bang kir ku divê bi giyanê Kobanê, Efrîn were parastin.

TORONTO

Li bajarê Torontoyê yê Kanayê jî Kurdistanî li qadan bûn. Girse li pêşiya sefaretxaneya Tirkiyeyê kom bûn û êrîşên Dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd şermezar kirin.

PARÎS

Li bajarê Parîsê yê Fransayê piştî meş û mîtîngê Kurdistaniyan li pêşiya Sefaretxaneya Rûsyayê çalakiyek li dar xistin. Çalakvanan li vê derê slogana ‘Rûsya ya ku piştgiriyê dide Erdoganê qatil’ berz kir. Piştre polîsan dora çalakgeran girt.

BERN

Li bajarê Bernê yê Swîsreyê Kurdistanî li qadan bûn. Çalakî li pêşiya îstasyona trênê ya navendî hate destpêkirin û bi sloganan êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê hatin protesto kirin.

BASEL

Li bajarê Baselê yê Swîsreyê jî êrîş hatin protestokirin.

Bi sedan Kurdistanî li Basel Bahnofê hatin ba hev û li vê derê çalakiyek li dar xistin.

Girse piştre ji pêşiya HBF’ê heta parlementoya Eyaletê meşiya. Nêzî 3 hezar kes bi sloganan êrîşa li dijî Efrînê protesto kirin.

BREMEN

Li Bremenê ya Elmanya Kurdistanî û dostên wan, Partiya Komunîst, nûnerên Meclîsa Gel a Bremenê li ber HBF’ê hatin cem hev û ji bo şermezarkirina êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê ji ber HBF’ê heta bi parlamentoya Eyaletê meşiyan.

MARSILYA

Li Marsîlyayê jî Kurdistanî ji bo Efrînê li meydana Canabîere heta bi Walitiyê bi meşekê hewldana dagirkeriya Tirk a ser Efrînê şermezar kirin û her wiha girse li ber konsolosxaneya Rûs çalakî kirin û ber bi konsolosxaneya Tirk dest bi meşê kirin.

SAARBRUCKEN

Li Saarbrûckenê Kurdistanî li ber Europa Galerî hatin cem hev û êrîşa dewleta Tirk bi dirûşma ‘bijî berxwedana Efrînê’ şermezar kirin.

Kurdistanî sibe jî saet 14.00’an wê li ber Galerî Europa werin cem hev.

TOULOUSE

Li Toulouse ya Fransayê jî Kurdistanî li metroya Françoîsê hatin cem hev û heta bi meydana Capîtolê meşiyan û êrîşên dewleta Tirk a bi ser Efrînê şermezar kirin.

Partiya Antîkapîtalîst a Nû jî di çalakiyê de got êrîşa bi dijmintiya Kurdan a li ser Efrînê ji bo malzemeya siyaset navxweyî tê bikaranîn.

LOZAN

Li Swîsre li Lozanê jî Kurdistaniyan êrîşa dewleta Tirk li ber stesyona navendî ya trênê şermezar kirin.

STUTTGART

Li Stûttgartê ya Elmanya bi hezaran Kurdistanî hatin cem hev ji Lautenschlagerê ta bi Schlosplatzê meşiyan û êrîşa dewleta Tirk bi dirûşmên, ‘bijî berxwedana Efrînê’, ‘’Efrîn wê ji Erdogan re bibe goristan’ protesto kirin.

BRÛKSEL

Li paytexta Belçîka Brûkselê li stestona Mîdî Brûkselê Kurdistaniyan çalakiya bêîtîatiya sivîl kirin û êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê bi dirûşmeyan şermezar kirin.