Bi deh hezaran welatiyên Efrîn û Şehbayê komplo şermezar kirin

Bi tevlîbûna bi deh hezaran welatiyên Efrîn û Şehbayê Komploya Navneteweyî ya salvegera 20’an a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşeke girseyî ya li navçeya Ehdasê şermezar kirin.

Meş ji kolana sereke ya navçeya Ehdas seat 12.00’an despê kir û ber bi gundê Meret Mislimiyê ve ketin rê.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên ‘Em tecrîdê têk bibin û netewa demokratîk misogr bikin’, ‘Azadiya Serok Apo azadiya mirovahiyê ye’ û ‘Bi ruhê berxwedana gelan em ê komploya navnetwî ya salvegera 20’an têk bibin û azad bi Rêber Apo re bijîn’ hate vekirin.

Di çalakiyê de Rêveberiya Federasyona Bakur û Rojhilata Sûriyê Hediya Yûsûf axivî û berxwedaniya Leyla Guven û Nasir Yagiz yên di grevê de ne silav kir û got: “Rêberê Gelê Kurd ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bi azad bijîn û aştiyeke mayînde li Kurdistanê pêk were dest bi têkoşînê kir. Bi destpêkirina vê têkoşînê re bi milyonan mirov da pey vê şopê û bi hezarna şehîd hatin dayîn.”

Rêveberiya Kongra Star Hêvîn Silêmen jî axivî û Komploya Navnetewî şermezar kir û got: “Berxwedana li Îmralî tê kirin îro gihiştiye asta herî pîroz, gihiştiye asat azadiya Ocalan û wekheviya gelê Kurd.”

Her wiha li ser navê pêkhatiya Ereb a herêma Şehba Wefei jî komplo şermezar kir û diyar kir ku hêzên komploger û komplo bi xwe têk çûye. Wefei diyar kir ku îro gelê Kurd gihişte wê astê ku bi ramanên Ocalan dijîn.

Li ser navê Ciwanên Şoreşger a Bakura Sûriyê Xemgîn da nîşandan ku heta ew bighêjin aştiyê û azadiyê, wê heya dawiyê şer bikin.