Beşek ji jin û zarokên DAÎŞ'î radestî Elmanyayê hatin kirin
Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 10 jin û 27 zarokên DAÎŞ'î radestî Elmanyayê kir.
Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 10 jin û 27 zarokên DAÎŞ'î radestî Elmanyayê kir.
30'ê Adarê şandeyeke dîplomatîk a Elmanyayê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Şande ji serokê Gerînendetiya Kar û Barên Konsolosxaneya Derve ya Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Kurt Georg Stückel-Stilfried, cîgira Konsolosxaneya Almanyayê a Derve Manga Kleese pêk hat.
Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer, cîgirên daîreyê Fener El-Giêt û Ebîr Êliye, nûnerê Nivîsgeha Têkiliyan û ji YPJ'ê Lana Hesen pêşwaziya şandeyê kir.
Di civînê de her du aliyan behsa rewşa Sûriyê, rêbazên çareserkirina aloziya Sûriyê û rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Her wiha îşaret bi rewşa kampan û penaberan û xetereyên gefên li dijî Rêveberiya Xweser hate kirin.
Kurt Georg Stückl-Stilfried diyar kir ku dewleta Almanyayê wê di aliyê aborî û mirovî de alîkariya Rêveberiya Xweser bike.
Di hevdîtinê de Daîreya Têkiliyên Derve 27 zarok û 10 jinên DAIŞ'î yên welatiyên AElmanyayê ku li Kampa Roj bûn, radestî şandeyê kirin.
Fener El-Giêt jî diyar kir ku ev cara 3'yemîn e ku şandeyeke Elmanyayê serdana herêmê dike û destnîşan kir ku radestkirina jin û zarokan li gorî belgeyên fermî pêk hat.
El-Giêt anî ziman ku divê dewletên Ewropayê banga Rêveberiya Xweser a wergirtina malbat û zarokên DAIŞ'ê bi cih bînin.
Heta niha Rêveberiya Xweser 91 zarok û jinên DAIŞ'î radestî Elmanyayê kirine.