Berxwedêrekî Şehbayê: Ebû Nedîm

Li her eniyên berxwedanê yên Efrîn û Şehbayê çîrokeke mirovan heye... Çîroka mirovên ku ji şoreşê bawer kirine û berê xwe dane encama bêhempa.

Li Efrîn û Şehbayê, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk her kes berxwedêr e. Hinek jê ciwan e, hinek dayik in, hinek jî kalên 70 salî ne.

Berxwedana Serdemê ya li Efrînê ku li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê tê kirin di roja 28'an de ye. Ji bo em vê berxwedana serdemê û berxwedêrên wê bişopînin em li nava eniyên berxwedanê digerin.

Rawestgeha me ya vê carê eniyeke Ceyş ul Siwar (Artêşa Şoreşgeran) a li Şehbayê ye. Dema ku em diçin hewşa xaniyê ku me serdana wê kirin, em Ebû Nedîm dibînin ku xwarinê amade dike. Xwarina wî jî tolik e.

Em emrê xwe yê dirêj, rûyê wî her li ken e. Diçim cem wî em dest bi sohbetê dikin.

Jê dipirsim bê çend salî ye. Bi ken dibêje, "63 û çend salên din." Jê diprsim bê ew çend salên din çiqas e? Apê Ebû Nedîm bi rûkenî dibêje, "Berê min emrê kêm dikir, min digot ciwanim. Lê niha emrê xwe venaşêrim."

Ebû Nedîm dibêje 4 keç û 7 kurên wî hene, 2 ji kurên wî di nava Ceyş El Siwar de ne. Ebû Nedîm dibêje wê kurekî xwe yê din jî bike şervan: "Ez ê wî jî bînim."

Apê Ebû Nedîm qala çîroka xwe dike. Ji bajarokê Kurdan ê Helebê ji Til Hasil e. Sala 2013'an, komên çete yên El Nûsra û çeteyên din piştî ku li Dîlokê bi dewleta Tirk re civîn kir, piştî rojekê êrîşî Til Hasil û Til Eranê kiribûn û jin û zarok jî di nav de zêdeyî 150 sivîl li Til Hasilê kuştibûn.

Ez êrîşên wê wextê dipirsim. Ebû Nedîm qalê dike: "Wê wextê ez şervanê Cephet El Ekrad bûm. Di nava koma destpêkê de bûm ku me li ber êrîşê li ber xwe dan. Şer qewimî, me jî gelek ji wan kuşt. Lê belê dûre ji pişt ve li me dan û komkujî kirin." Wiha dewam dike: "Piştre me koçî Efrînê kir. Ji wê rojê ve di nava Ceyş El Siwar de me ku El Ekrad jî di nav de ye.