Berxwedana Tişrînê di roja xwe ya 17'an de bi biryardarî dewam dike
Şêniyên Dêrazorê, Tebqa û Reqayê ji bo parastina Bendava Tişrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker çalakiya nobetê dewr girtin.
Şêniyên Dêrazorê, Tebqa û Reqayê ji bo parastina Bendava Tişrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker çalakiya nobetê dewr girtin.
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca parastina Bendava Tişrînê û nîşandina dijberiya xwe ya li hemberî êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji 8ˈê Çileyê ve di çalakiya nobedariya bendavê de ne.
Duh bi sedan şêniyên ji kantonên Dêrazor, Tebqa û Reqayê tevî şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihîştin bendavê.
Dema gel gihîşt bendavê, dewleta Tirk a dagirker êrîş kir. Di encamê de şêniyek şehîd bû û bi dehan jî birîndar bûn.
Di êrîşên li ser xwepêşandêrên li bendavê de, heya niha 21 kes şehîd bûne.