'Berxwedana Gerîla berxwedana Rojava bû'
Welatparêzê ji Amûdê Mihemed Seîd Ehmed anî ziman, gerîlayên ku nîv sed sal e li ber xwe didin gelê Rojava hişyar kirine û got, "Em ji tarîtiyê hişyar bûn."
Welatparêzê ji Amûdê Mihemed Seîd Ehmed anî ziman, gerîlayên ku nîv sed sal e li ber xwe didin gelê Rojava hişyar kirine û got, "Em ji tarîtiyê hişyar bûn."
Mihemed Seîd Ehmed anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe bawerî da gelan û got, "Rêber Apo ji bo mirovahiyê nebiyek bû. Rastiya ji gel re hatibû gotin bû. Ji bo yên ew dîtî şens bû, ji bo yên ew nedîtî jî eşq bû."
Mihemed Seîd Ehmed ê ji Amûdê ji ANF'ê re qalê kir bê Têkoşîna Azadiyê ya Kurd çawa nas kir.
Mihemed Seîd Ehmed anî ziman ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd yekemcar di sala 1983'an de bi navê Telebeyan bihîst û got, "Digotin ku Telebe hatine herêmê. Me nizanî bûn bê kî ne, ji ku hatine. Me pê nizanî bû ku mîna partiyên din ên Kurd e yan na. Her ku me ew nas kir, me fêhm kir. Ji bo gel tiştekî bikin êdî hinek rabû bûn ser xwe. Ji ber ku partiyên din ji bo gel nedixebitîn."
'ME BI APOYIYAN RE RONAHÎ DÎT'
Ehmed got, "Kadroyên PKK'ê yên ku min ew destpêkê dît, qet ji bîra min naçin. Hevalê Amed hebû, destekê wî tune bû. Hevalê Hecî hebû, lingekî wî protez bû. Wan gelekî bandor li me dikir. Gerîla bi vê fîzîkî çawa dikarîbû li çiyê şer bikira. Bênavber xizmet ji me re dikir" û qala jiyana xwe ya piştî vê pêvajoyê kir:
"Bi hatina Apoyiyan re me ronahî dît. Daxwaz gel, rizgarî wê pêk bihata. Wê demê bawerî da gel. Gelê Rojava, xwendekar û rewşenbîr pêl bi pêl diherikîn nava refên gerîla. Ji ber ku rastî di nava PKK'ê de didîtin. Beriya wê mîna ku tarî bû, mîna ku em di odeyekê de bûn û deriyê wê jî girtî bû. Çawa ku ronahiyek tê pêşiya te, me jî berê xwe dan vê tevgerê. Me bi Rêber Apo û vê têkoşînê, rastî nas kir.
Çalakiya 15'ê Tebaxê bandoreke mezin kir û tevlîbûna li nava refên Apoyiyan zêde bû. Fîşeka ku fermandar Egîd li dijmin xist, moral û hêzeke mezin da me. Hêzeke welê bû ku qala doza Kurdîtiyê dikir û tola şehîdên me ji dijmin hiltianî. Bi çekên ferdî li ber dijmin radibûn û derbên giran lê dixistin. Ev yek ji bo gelê Rojava rabûna ji gorê bû. Hişyarbûn bû, vejîn bû. Şehadeta fermandar Egîd bandor kir. Fermandarekî mîna Egîd li dijî vî dijminê hov şer kir, fîşeka destpêkê teqand. Piştî ku şehîd bû, em hîn bêhtir nêzî tevgerê bûn."
XEWN Û XEYALA DÎTINA ABDULLAH OCALAN
Mihemed Seîd bi dewamî wiha axivî:
"Min gelekî dixwest Rêber Apo bibînim. Yên ku çûn gel wî û ew dîtin timî qala wî dikirin. Hevalên ku li herêmê kar dikirin gotin, 'Kontenjana yên biçin tijî bû. Em ê navê de ji bo careke din binivîsînin'. Lewma nekarî biçim. Ji ber ku nekarî biçim ji hevalên li herêmê dixebitîn gelekî aciz bûbûm. Yên ew dîtin gelekî qalê dikirin û ev yek ji bo me bûbû eşqek.
Sala 1989'an wêneyê Rêbertî gihîşt nava gel. Tiştekî gelekî bi qîmet bû. Min jî wêneyek ji xwe ra rahişt. Min wêne mezin kir û xist nava çarçoveyê. Ev wêne ji bo min heqîqet bû. Ew rastî bû ku ji gel re hate vegotin.
Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan, ji bo gelan û mirovahiyê nebî bû. Gelên din jî nêzî partî û têkoşînê bûn. Biçin mala bi sedan mirovên Ereb, hûn ê bibînin ku wêneyê Rêbertî li dîwarê wan daliqandî ye. Ev tê wateya rastiya berxwedanê. Rêbertî ji bo yên ew dîtin şens bû, ji bo yên ew nedîtin jî felsefe û fikir bû. Mirovan heqîqet û berxwedan di nava vî fikrî de dîtin."
'DIVÊ EM LI SER ŞOPA WAN BIN'
Mihemed Seîd Ehmed destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya Kurd nîv sed sal e bêyî bi paş ve gavê biavêje li ber xwe dide û got, "Nîv sed sal e ev partî bi fikrên Rêber Apo dimeşe. Di vê oxirê de bi hezaran şehîd hatin dayin, lê belê paşve gav neavêt û li ber xwe da. Di nava 50 salî de gihîşt esasekî. Ev bingeh bi saya Mezlûm û Egîdan hate danîn. Li tevahiya cîhanê xwe da qebûlkirin. Yên ku bi Kurdîtiyê nezanî bûn, bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo û gerîla nas kir. Ji bo hêjayî şehîdan bin, divê em li ser şopa wan bin."