Berxwedan gerîla silav kirin, dagirkerî protesto kirin

Li Kobanê bi ramanca piştevanîkirina berxwedana gerîla ya li dijî êrîşên dagirkeriyê ya Tirk meşek hate lidarxistin.

Xwepêşandanê ji pêşiya Meclîsa Navçeya Şêranê destpê kir, bi dehan şênî û endamên saziyên sivîl ên Kantona Kobanê beşdarî xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandan li ser rêya Şêran û Til Hacibê veguherî mîtîngê. Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Şêranê Litfiyê Silêman axivî û diyar kir ku ew berxwedana gerîla ya di Meha Şehîdan de silav dikin û anî ziman ku ew li kêleka hêzên gerîla ne li dijî vê komployê ne. Litfiyê Silêman eşkere kir ku ev komplo ne tenê li dijî gerîla ne, lê belê li dijî hemû Kurdan in.

Litfiyê bang li dewleta Tirk û hemû dewletên hevkarên wê kirin û got: "Vîna me xurt e û em wê li hember komployên we bisekinin. Her wiha ji em malbata Barzanî re dibêjin eger ne ji gerîla be herêma Kurdistanê namîne.”

Mîtîng bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla, bimire îxanet" bi dawî bû.