Berpirsyarê êrişa li ser girtîgeha Sînaayê: Me ferman ji MÎT'ê girt!

Ji serçeteyên DAÎŞ'ê Ebdûllah Îsmaîl Ehmed ku berpirsyarê êrişa terorîstî ya li Hesekê ye, li ser wê êrişê got, "Me fermana êrişa li ser Girtîgeha Sînaayê yekser ji MÎT'ê girt."

Çeteyên DAÎŞ'ê 20'ê Çileyê êriş birin ser Girtîgeha Sînaa ya li Hesekê. Bi destwerdana hêzên QSD û Hêzên Ewlekariay Hundirî re êrişa çeteyan hate têkbirin û pêşî li rûdana felaketeke mezin hate girtin.

Ajansa nûçeyan a Hawarê (ANHA) mikurhatinên serçeteyê DAÎŞ'ê ku berpirsyarê êrişa li ser Hesekê bû weşand.

Li gorî mikurhatinên serçete Ebdûllah Îsmaîl Ehmed, di sala 2014'an de li navçeya Holê tev li DAIŞ'ê bû û gelek operasyonên terorîstî pêk anîn. Di destpêkê de endamê rêveberiya xebatê lojîstîk bû paşê dibe berpirsê tabûrên ku erka wan pêşkêşkirina cebilxane, xwarin û sotemeniyê di dema şer de, piştre ji bo xebatên rêveberî li gelek herêman re tê erkdarkirin. Herî dawî jî dibe berpirsê ketîbeya “El-Betar” a li bajarokê El-Şefa yê Dêrazorê ku ew jî du beş bûn û erkê wan girtina bi ser cihan de û parastin e.

Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê di aliyê erdnîgarî de li Baxozê di şer de têk çûn, çeteyê bi navê Ebdûllah li xwe mikur hat ku di warê aborî û fînanseyê de xebitî û ji ber vê yekê jî "waliyê" rêveberiya operasyonên li dijî herêma Hesekê erka wî bilind kir. Ji agahiyên ku Ebdûllah eşkere kirine, Walî kesek bi navê Ebdulezîzî bû. Niha li herêmên dagirkirî yên mîna Serêkaniyê û Girê Spî ye û bi koordîneya odaya îstîxbarata MÎT'a Tirk kar dike.

'ÇETEYÊN JI GIRTÎGEHA SÎNAA REVÎN, GIHANDIN HERÊMÊN DAGIRKIRÎ'

Ebdûllah li xwe mikur hat ku êrişa çeteyên DAIŞ'ê li ser girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a Hesekê di Sibata borî de pir veşartî bû, ferman ji aliyê waliyê li herêmê dagirkirî dihatin ku divê ew alîkariya çeteyên ji girtîgehê direvin, bikin û wan bigihînin cihên ewle û piştre bigihînin Serêkaniyê û Girê Spî.

Tevî israra mezin a kesê bi navê Ebdulezîz ku bi navê "Walî" tê naskirin û hewldanên çete Ebdûllah û komên wî yên terorîst ku xwe bigihînin kesên direvin, lê teqez kir ku QSD'ê serweriya xwe li ser herêmê û rewşê bi giştî zêde kiribû û ji ber vê yekê jî nikaribûn xwe bigihînin kesên direviyan.

Çete Ebdûllah got wan agahî ji kesê bi navê Ebdulezîz wergirtiye ku hin çeteyên DAIŞ'ê yên reviyane li taxa Xiwêran in û nêzî mizgeftekê ne, pêwendî bi wan re kir û bi koma xwe hewl da ku xwe bigihîne wan lê ji ber hebûna zêde ya QSD'ê bi bin ketin. Paşê agahî ji wan re hat ku ew koma reviyabû hate dorpêçkirin û piştî şerekî bi QSD'ê re hatin kuştin.

Çete Ebdûllah di mikurhatinên xwe de got armancên sereke yên çeteyên DAIŞ'ê ji vê êrişê hebû ji wan ku hin kesên taybet ji girtîgehê derxin û ew jî lîderên di asta yekemîn de bû, tevlihevî û tirsê di nava şêniyên herêmê de belav bikin û paşê bajarê Hesekê bi giştî bixin bin serweriya xwe û wê weke navenda xîlafetê ya nû ragihînin. Piştî ku têxin bin serweriya xwe de pêşde biçin û herêmên din jî dagir bikin, her wiha hêza DAIŞ'ê vejînin. Bi vê yekê hejmareke mezin ji çeteyên di girtîgehê de esas girtin ku heke derkevin û armanca wan jî ku “dewleta îslamî” bi hêzeke nû vejînin.

Çete Ebdûllah diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê hemû çeteyên xwe kom kir û ji hemû herêman alîkarî xwest da ku vê erkê bi ser bixin.

'TEVGERA LEZGÎN A QSD'Ê PLANA WAN TÊK BIR'

Çete Ebdûllah careke din got tevgera bilez a QSD'ê û kontrolkirina wê ji rewşê re hemû planên wan têk birine.

Ebdûllah destnîşan kir ku çek dan çeteyên DAIŞ'ê yên li kampa Holê, ji kesê bi navê Ebdulezîz û îstixbarata Tirk demançe, çekên bêdeng wergirtin û ji çeteyên kampa Holê re şandin da ku kuştin û tevliheviyê di hundirê kampê de pêk bînin.

DAIŞ'ê bi rêya platformên xwe yên çapemeniyê ragihand ku “dest bi operasyonên berfireh” di 17'ê Nîsanê de di bin navê 'rakirina tola Ebû Bekir El-Bexdadî û Qerdaş' de ku di encama operasyonên Koalîsyona Navneteweyî de li herêmên dagirkirî hatibûn kuştin ku Tirkiye wan herêman ewle dibîne.

AMADEKARIYÊN OPERASYONAN

Çete Ebdûllah Ehmed behsa amadekirina van operasyonan û çawaniya amadekirina wan kir û wiha axivî: "Me ferman ji kesê bi navê Ebdulezîz girt ku dest bi operasyonên ku  armanca wan têkbirina QSD'ê ye. Me çek, cebilxane û mayîn amade kirin. Me kamera danî da ku operasyonên em pêk tînin, belge bike. 3 koman ev operasyon pêk anî. Her komek ji 2 kesan pêk tê. Çek, mayîn û kamerayên ku hatibûn amadekirin, radestî wan hate kirin."

Koma yekemîn rêya di navera Hesekê û Dêrazorê de (Xurafî) dişopand û çi tevgera erebeyên QSD'ê yan Rêveberiya Xweser dikir hedef.

Koma duyemîn jî di hundirê bajarê Hesekê de dixebitî, erebe û nuqteyên leşkerî dikirin hedef. Ya dawî jî di nava tevgerê de bû li bajarê Şedadê û gundewarên wê û nuqte, kes û erebeyên leşkerî bi giştî dikirin hedef.

Çete Ebdûllah Ehmed li xwe mikur hat ku ferman ji çeteyê bi navê Ebdulezîz hat ku hin kesayetên navdar werin hedefgirtin û li ser vê esasê ew û koma xwe ketin nava tevgerê da ku êrişê pêk bînin.

BELGEYÊN TÊKILIYA MÎT’Ê Û ÇETEYAN

14'ê Nîsana borî çete Ebdûllah Ehmed di çalakiyeke QSD'ê de hate girtin, pê re gelek çek, cebilxane û mayînên ji bo teqandinê hebûn. Her wiha li gorî lêpirsîn û belgeyan hate diyarkirin ku ew ji bo odeya operasyonan a li hundirê Tirkiyê de ku ji aliyê MÎT'ê ve tê birêvebirin, dixebite.

Bi girtina çete Ebdûllah Ehmed gelek planên terorîst ku wê zerar daba ewlehiya herêmê û şêniyan, têk çûn.