Berdevkê YPG'ê: Pêwendiya me bi êrişa li Efrînê nîne

Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd anî ziman ku ti pêwendiya wan bi êrişa li ser nexweşxaneya li navenda Efrînê nîne.

Berdevkê Fermî yê YPG'ê Nûrî Mehmûd li ser êrişa li Efrînê ya li nexweşxaneyê daxuyaniyek da.

Nûrî Mehmûd di peyama xwe de wiha got: "Di 12’ê Hezîranê de nexweşxaneyeke li bajarê Efrînê rastî êrişekî hat û tê de hejmarek ji sivîlên bêguneh jiyana xwe ji dest dan. Wekî her tim, serokê dewleta Tirk Erdogan rasterast û bi agahiyên derew hêzên me bi vê êrişê tawanbar kirin.

Hikumeteke wekî hikumeta Tirkiyeyê ku terorê li hundir û derve û bi taybetî li Sûriyê pêk tîne, nikare tu kesên din bi terorê tawanbar bike. Ew nikare wek parastvanên sivîlan xwe nîşan bide, di demekê de ku ew bi xwe terorê bi hemû rengên xwe li heremên dagirkirî pêk tîne û rasterast ji aliyê hikumeta Erdogan ve pêk tê.

Yekîneyên Parastina Gel vê êrişê şermezar dike. Tu têkiliya me pê re nîn e, ji ber ku armanc girtina sivîlan ne ji prensîbên me ye û ne şêwazê têkoşîna me ye. Ev çend sal e ji bo rizgarkirina gelê xwe ji terora ku bi piştgirtiya Tirkiyeyê li Sûriyeyê belav bûye, em şerê teror û dagirkeriyê dikin. Em dubare diyar dikin ku çawa me berê têkoşîn kiriye, wê parastina sivîlan bimîne armanca me ya sereke di her şerî de."