Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd derbarê rapora NY’yê daxuyaniyek da

Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd bal kişand ser rapora NY’yê ya derbarê hêzên wan û destnîşan kir ku ew li gorî peyama NY’yê tevger digerin û îdîayên derbarê wan de red kir.

Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd têkildarî rapora Neteweyên Yekbûyî ya li ser Zarok û Aloziyên çekdarî ku bi dîroka 6’ê Gulana 2021’ê hatî parvekirin, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Berdevkê Fermî yê YPG’ê Nûrî Mehmûd wiha ye:

“Me bi baldarî rapora li ser Zarok û Aloziyên Çekdarî şopand ku proseya di navbera Çile-Kanûn 2020’an de vedikole û di dîroka 6’ê Gulana 2021’an de ji aliyê Ofîsa Nûnera Taybet a NY ji bo Zarok û Aloziyên Çekdarî birêz Virginia Gamba ve hat weşandin.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) careke din piştrast dike ku ew pabend e bi rêkeftinê ku di navbera Neteweyên Yekbûyî û Hêzên Sûriya Demokratîk de hatiye duristkirin. Em careke din destnîşan dikin ku em girêdayî peymana 29’ê Hezîrana 2019’an di navbera herdu aliyan de hatibû îmzekirinin.

Herwiha, Yekîneyên Parastina Gel bi tundî angaşt û hejmarên têkildar ên ku di rapora navborî de tên dîtin derbarê hejmara binpêkirinan (170) + (8) ên ku di derbarê pirsgirêka leşkerkirina zarokan de ji yekîneyên me re tên hesibandin, red dike. Hêzên me xwedan rêziknameyek hişk û mekanîzmayek çavdêriyê ya xurt e ku armanc dike ku nehêle kesek di bin 18 saliyê de tevlî nav refên me bibe.

Di heman demê de Yekîneyên Parastina Gel wê li ser angaştên binpêkirinan (5) di derbarê karanîna dibistana ji bo mebestên leşkerî yên ku hêzên me pê hatine sûcdarkirin, vekolînên cidî bide destpêkirin.

Em îdîayên revandina kesan (8) ku hêzên me pê hatine sûcdarkirin bi rengek tund red dikin.

YPG li gorî peymanên Neteweyên Yekbûyî pabendbûna xwe bi pîvanên navneteweyî û mirovî dubare dike. Em di heman demê de ofîsên çavdêrî û ragihandinê yên Neteweyên Yekbûyî û kesên berpirsiyarê lêpirsîn û çavdêriyan li herêmên Rêveberiya Xweser li Bakurê Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin. Ji ber ku ew mekanîzmayek alîgir e di nirxandin û radestkirina zanyariyan ku di raporên fermî yên Neteweyên Yekbûyî de derbas dibin, ji ber ku ew zanyarî dikevin bin bandora partiyên pêşbaz an dijminê Rêveberiya Xweser.

Yekîneyên Parastina Gel piştevaniya rêkeftina di navbera NY û Hêzên Sûriya Demokratîk de dike û li herêmên Rêveberiya Xweser peywirên xwe di vê babetê de pêk tîne û gihîştina tîmên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên hevkar ji bo navendên çavdêrî û girtîgehên sîvîl û leşkerî dabîn dike, di vê derbarê de zanyariyên hewce bi zelalî parve dike.

Lêbelê, mixabin, rapor yekeyên me tawanbar dike û wan wekî hêzek nîşan dide ku mafên zarokan bi rengek neheq binpê dike. Tevî ku karbidestên Neteweyên Yekbûyî li Sûriya berpirsiyariyên xwe li gorî standardên navneteweyî li hember zarokên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û komên cûrbecûr ên li Bakûrê Rojhilatê Sûriyê pêk naynin ku ev zarok %40’ê tevahiya nifûsa di bin 18 saliyê de li Sûriyê pêk tîne.

Derfetên Neteweyên Yekbûyî ji bo berjewendiya rêjîma Sûrî û Tirkî têne bikaranîn, ji ber ku ew ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve têne pejirandin. Lê zarokên li herêmên Rêveberiya Xweser ku ji hêla cografî ve %32’ê Sûriyê pêk tîne, bi hincetên ne maqûl ji mafên xwe bêpar têne hiştin.”