Balafirên şer ên Tirk li ser Minbicê difirin
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li ser Minbicê difirin.
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li ser Minbicê difirin.
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ku gelek caran bombe li navenda Efrînê, navçe û gundên wê barandin, li ser Minbicê jî firiyan. Lê nehat zanîn bê heta niha li Minbicê êrîşeke hewayî hatiye kirin an na.
Hevkarê DAÎŞ'ê û El Nûsra Tayyîp Erdogan beriya niha dabû xuyakirin ku tevî Efrînê wê li Minbicê jî ji bo dagirkirin û qirkirinê êrîşan bike.