Balafirên şer ên Tirk bombe li navçeya Bilbilê barandin
Êrîşa dewleta Tirk a bi balafirên şer a li dijî Efrînê dewam dike. Balafirên şer ên Tirk bombe li girê Topal ê li navçeya Bilbilê ya Efrînê barandin.
Êrîşa dewleta Tirk a bi balafirên şer a li dijî Efrînê dewam dike. Balafirên şer ên Tirk bombe li girê Topal ê li navçeya Bilbilê ya Efrînê barandin.
Balafirên şer ên Tirk îro serê sibehê saet 8'an bombe li girê Topal ê li navçeya Bilbilê ya Efrînê barandin.
Li ser encamên bomberdûmanê agahiyeke zelal bi dest neket.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên leşkerî hatine girtin, ji Bilbilê heta Ezazê liv û tevgera artêşa Tirk û çeteyên wê dewam dike. Ji herêmê car carna bi çekên giran şer diqewime.
Balafirên şer û yên keşfê jî li ser Efrînê û derdora wê digerin.
Di bomberdûmana balafirên şer ên Tirk de duh 6 sivîl û 3 şervanên YPG/YPJ'ê şehîd bûn. Yek ji sivîlên şehîd bû Yahya yê 7 salî ye.