Bakur-Rojhilatê Sûriye û Bexda li ser ‘koçberan’ li hev kirin

Di navbera Federasyona Bakurê Sûriye û Bexdayê de, ji bo bi hezaran welatiyên Iraqî vegerin warê  xwe li hev kirin.

Li gorî nûçeya AFP’ê Rêveberekî Federasyona Bakurê Sûriyeyê ragihandiye ku di navbera wan û Bexdayê de lihevkirinek pêk hatiye. Li gorî peymanê hat îdîakirin ku wê 31 hezar welatiyên Iraqî yên li kampan bên şandin.

Yek ji berpirsê kampan Mahmûd Kero got: “ Heyetek ji hikûmeta Iraqê ji bo vegera welatiyên Iraqî serdana herêma nîv otonom kirine.” Kero destnîşan kir ku koçber piranî jin û zarokin û Iraq serdana her du herêman jî kiriye.

OMER: VEGER WÊ LI SER ESASÊ DILDARÎ BE

Ji Konseya Karê Derve yê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê Dr. Abdulkerîm Omer ê ji ANF’ê re axivî, lihevkirina piştrast kir. Omer anî ziman ku koçberên li kampa Holê di rêza yekem de ye, malbatên çeteyên DAÎŞ’ê li xwe nagire.

Rêveber got: “Beşek ji van li nava kampan û beşek jî j derveyî kampan in. Ev heyet ji bo kesên dixwazin vegerin hatine hevdîtin kirine. Tenê kesên dixwazin bi dildar biçin wê vegerin.”

Omer bi domdarî got: “Bi zorê tu kes nayê şandin. Heyet lîsteyek ji 5-6 hezar kesên ku dixwazin vegerin amadekiriye û vegeriyane. Heta niha kes hê nevegeriyane. Yên vegerin hemû jî welatiyên sivîl in.”