Bagera Cizîrê: 16 gund hatin rizgarkirin

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de 16 gund hatine rizgarkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şervanên QSD’ê bi armanca rizgarkirina herêma rojhilatê bajarokê Megeda û El Sur ji çeteyên DAIŞ’ê, heta sînorê başûr, di 3 aliyan de pêşve diçin.

Navenda RAgihandinê ya YPG’ê ev agahî parve kir;

“Pêngava Bagera Cizîrê ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate destpêkirin, bi hemû hêza xwe ji bo rizgarkirina herêmên rojhilatê gundewarên Dêrazorê û herêmên li ser sînor ji çeteyên DAIŞ`ê didome.

Piştî ku bajarokê El-Deşîşa û El-Tomîn û bi dehan gund hatin rizgarkirin, niha jî şervanên QSD`ê ji 3 aliyan ve ber bi xeta başûrê sînor ve pêşve diçin da ku herêmên rojhilatê bajarokê El-Sûr û Mergeda ji çeteyan rizgar bikin. Di pêşketinên şervanên QSD`ê û di encama şerên bi çeteyên DAIŞ`ê re, şervanên QSD`ê gelek nuqteyên ku çeteyan xwe li wê derê bi cih dikirin, rûxandin.

Di nava hefteyekê de şer berdewam bû. Şervanên QSD`ê 16 gund ji çeteyan rizgar kirin. Gundên ku hatine rizgarkirin wiha ne;

Hamlît, Bab El-Xêr, El-Becarî, Ebûd El-Cedan, Hebat El-Nezal, Um Xebra, Umer, El-Welîd, Bîr El-Emran û hindek gund û gundikên biçûk.

Gundê El-Rewda yek ji gundên herêmê ye. Çeteyên DAIŞ`ê xwe li wê derê bi cih dikirin. Gelek mayîn li wê derê çandin da ku pêşketinên şervanan asteng bikin. Di malên sivîlan de xwe bi cih dikirin. Şervanên QSD`ê bi israra wan li ser rizgarkrina gund ji çeteyan, hişt ku çete li hember derbeyên şervanan bikevin rewşeke tengav.

Piştî şerê dijwar û piştî ku hêzên taybet ên girêdayî QSD`ê tev li şer bûn, şervanên QSD`ê hemû çeteyên di gund de kuştin û gund bi temamî rizgar kir.

Di encama şerê li gund qewimî de gelek çek û cebilxane û alavên têkiliyê; ji wan çeka M16, bi dehan kalaşnikof, çekên RBG, çekeke BKC, her wiha bi dehan mayin û alavên têkiliyê û bi hezaran gule û cebilxane ketin destê şervanên QSD`ê.

Piştî ku şervanên QSD`ê gund rizgar kirin, welatî vegeriyan malê xwe bi coşeke mezin şervan pêşwazî kirin û bi vê re xwesteka şervanan ji bo pêşde çûnê xurtir kir.

Heta niha operasyonên şervanan ji bo parastina hemû herêmê ji êrîşên çeteyan didome. Çeteyên DAIŞ`ê ji bo parastina baregehên xwe yên dawîn êrîş bike jî, lê şervanên QSD`ê hemû êrîşên wan têk dibin û hewldanên çeteyan têk diçin.”