Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Pêngava Bagera Cizîrê ketiye qonaxekî nû.
Fermandariyê di daxuyaniyê de têkildarî qonaxa nû ev agahî parve kir:
″Pêngava Bagera Cizîrê îro derbasî qonaxeke nû bû û bi armanca rizgarkirina tevahî herêma Cizîrê ji 4 baskan ve ket tevgerê.
Baskê yekem ji gundê Cezrat destpê kir û 20 km pêşve çû. Li vî baskî li gundê Kebir di berxwedana hêzên me li hember êrîşeke xwekuj de 5 şervan şehîd bûn û pêveçûna şervanan li gund didome.
Li baskê duyem jî hêzên me tevahî herêma pîşesazî ji mayînên çeteyan paqij kirin.
Li baskê sêyemîn jî gundê Sed û navçeya Siwerê bi temamî hatin rizgarkirin û bajarok ji mayînan tê paqijkirin.
Her wiha li baskê 4′emîn jî şervan ji gundên Şînad û Inad nêzî 25 km ber bi navçeya Mergedê ve pêşve çûn û gundê Bir Nifax rizgar kirin. Her wiha cenazeyên 5 çeteyan û rêjeyek cebilxane ketin destê şervanan û tunelek hat dîtin.
Şervan bi armanca rizgarkirina navçeyê û gundewarên Xabûrê pêşve diçin″.