'Baas û dewleta Tirk dixwazin sîstema demokratîk a li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe'

Şêx Mihemed Tirkî Sûan nerazîbûn nîşanî rejîma Baas da ku Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef û got, "Rejîmê 7 bajarên xwe firoti dewleta Tirk. Eger li berjewendiyên xelkê Sûriyeyê difirkire bila biçe herêmên dagirkirî rizgar bike."

Ji eşîra Silmayê Şêx Mihemed Tirkî Sûan diyar kir ku provokasyona li Minbicê nabe ku ji Baas, dewleta Tirk û DAÎŞ'ê cuda bê nirxandin û destnîşan kir ku armanc têkbirina sîstema demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Şêx Mihemed Tirkî Sûan ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku bi bandora helwesta rejîma Baasê Şoreşa Sûriyeyê hatiye dizîn û got, "Hêzên li Sûriyeyê hemû li gorî hesabên xwe tevdigerin. Rûsya, Îran, Tirkiye û bêguman rejîma Baas. Kaos afirandin. Gelên Sûriyeyê qetil kirin, revandin, koçber kirin û hebûna wan talan kirin."

Şêx Mihemed Tirkî Sûan diyar kir ku di destê rejîma Baas de tiştek tune ye; di bin fermana Rûsya û Îranê de ye û wiha dewam kir, "Rejîm bi xwe jî li dijî me bi dewleta Tirk tevdigere. Li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dewleta Tirk re peymanan çêdike. Yek ji van peymanan jî birîna ava çemê Firatê ye. Armanc jê ew e ku projeya neteweya demokratîk tasfiye bikin. Projeya neteweya demokratîk ne li gorî berjewendiyên wan hêzan e ku krîza Sûriyeyê giran kirine. Li dijî vê projeyê şer dikin."

EM BIRÎNÊN XWE BI HEV RE BIPÊÇIN

Şêx Sûan anî ziman ku yekane daxwaza wan ew e ku bi hev re bijîn û got, "Mixabin rejîma Baasê û dewleta Tirk peymanan bi hev re çêdikin. Me gelek dersên mezin ji vê şoreşê girtin. Em gelê Sûriyeyê divê bi hev re li ber xwe bidin. Divê em bi rêveberiya xwe, bi hêzên xwe re bin. Hemû eşîr, rûspî û şêxên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê bi hev re li ber van planan rabin. Eger em bi QSD'ê û Rêveberiya Xweser re bibin yek, em ê li Sûriyeyê bibin hêza çareseriyê. Em nebin yek, em ê winda bikin. Deriyê me li her kesên xwe weke welatparêz dibînin vekiriye. Em dibêjin; werin em bibin yek û bi hev re vê krîzê çareser bikin. Birînên xwe bi hev re bipêçin."

RÊVEBERIYA ŞAMÊ, TIRKIYE Û ÇETE

Şêx Sûan destnîşan kir, hucreyên ku dixwazin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aramiyê têk bibin dûvikên rejîma Baas, dewleta Tirk û çeteyan e û got, "Hêzên ku dixwazin Sûriyeyê bixin nava kaosê, vê yekê bi destê Sûriyeyiyan dikin. Ev hemû hcureyên veşartî Sûriyeyî ne û bi destê wan hewl didin welatê wan tune bikin.

JI BO HERÊMÊN DAGIRKIRÎ ÇI DIKE?

Madem rejîma xwedî li mafên xwe yên serweriyê derdikeve çima Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê firot. Bêguman bajarên din jî hene. Rêveberiya Şamê 7 bajar firot dewleta Tirk. Firot dijminekî welê ku demografiyê diguherîne, sînoran digire, nasnameya Tirk ferz dike. Eger rejîm li berjewendiyên xelkê Sûriyeyê difikire, bila herêmên dagirkirî rizgar bike. Herêmên ku me bi xwîna xwe, bi keda xwe azad kirine, rêxistiniya xwe lê ava kirine û em di nava aştiyê de lê dimînin, gelo wê van herêman ji me rizgar bikin? Em welatiyên Sûriyeyê ne. Mirovên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin hemû xwedî nasnameya Sûriyeyê ne. Yên ku xwedî nasnameya Tİrk in bila wan deveran rizgar bike."

LI MINBICÊ LI PEY LÎSTIKÊN QIRÊJ IN

Şêx Sûan diyar kir ku bûyerên li Minbicê qewimîn lîstika qirêj a hucreyên veşartî bû û got, "Hewl dan ku di navgera gel û Rêveberiya Xweser de fitneyê çêbikin. Bi navê xelkê Sûriyeyê em bi Rêveberiya Xweser, bi QSD'ê re ne, wan ji xwe re dikin esas. Em wan kesên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kirîn qebûl nakin. Daxwaza min ji eşîra min ew e ku vê birînê êdî em bi hev re bipêçin, dawî li vê êşê bînin."