'Azadiya Rêber Apo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e' -NÛ BÛ

Li herêma Şehbayê, jinên ku tevlî çalakiya li dijî komployê bûn bal kişandin ser girîngiya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û gotin, ji bo azadiya Abdullah Ocalan wê têkoşînê bilind bikin.

Li herêma Şehbayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger di salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de konê şermezarkirinê hate vedan û nûnerên sazî û meclîsan li gel şêniyên herêmê tevlî bûn.

Ji beşdarên çalakiyê endama Meclîsa Gel a Demokratîk Fatimê Lekto diyar kir ku xelkên Efrîn û Şehbayê bi rêya vê çalakiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dengê xwe bilind dikin û komploya navneteweyî şermezar dikin.

Fatimê Lekto destnîşan kir ku bi dîlgirtina Abdullah Ocalan nikarin gel û rêbertî ji hev qut bikin û got, "Xeta felsefeya Rêber Apo dewam dike."

Fatimê Lekto her wiha êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û got, gelê azadîxwaz bi vî rengî nikare tune bibe.

Endama Koordînasyona Kongra Star Emel Îsmaîl jî komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin di salvegera 25'an de şermezar kir û got, "Komplo heta niha jî dewam dike. Tecrîda heyî ne tenê li ser Rêber Apo ye, li hemberî tevahiya gel e. Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn e."