Berxwedana Serdemê ya li Efrînê di roja 19'an de ye. Navçeya Cindirêsê ku êrîşên giran li ser tê kirin, yek ji wan navçeyên Efrînê ye ku bi heybetî li ber xwe dide. Jin, ciwan, zarok, kal, pîr, extiyar her kes li refên berxwedanê ne.
Welatiyên Cindirêsê û gundên wê li gel bomberdûmana giran jî cih û warên xwe neterikandine. Şêniyên Cindirêsê ji ANF'ê re axivîn û destnîşan kir ku berdêla xwe çi dibe bila bibe wê cih û warên xwe neterikînin. Gelê Cindirêsê dibêje, "Em dagirker nînin, em li ser axa xwe ne, me axa kesî dagir nekiriye. Ax a me ye, zeytûn a me ye, berxwedan a me ye. Em mafdar in em ê bi ser bikevin. Ev dewlet wê li dewleta Tirk bibe Vîetnam."
'EV DER WÊ LI WAN BIBE VÎETNAM'
Casim Resûl ku li dijî êrîşên bi çekên giran û bomberdûmana dewleta Tirk axa xwe diparêze got, "Heta ku em wan ji ser axa xwe biqewirînin, şerê me wê dewam bike." Resûl wiha dewam kir: "Ev 18 roj in dewleta Tirk a dagirker hêzên xwe li dora Efrînê civandiye û êrîş dike. Lê belê Efrîn serî natewîne û li ber xwe dide. Ji ber ku Efrîn keleha berxwedanê ye. Ev der wê li wan bibe Vîetnam. Em ê şer bikin, heta ku mafê xwe bi dest bixin û wan biqewirînin."
'EM Ê BI GULIYÊN ZEYTÛNAN LI BER XWE BIKIN'
Resûl bi bîr xist dewleta Tirk bombeyan li jin, zarok, extiyaran dibarîne û destnîşan kir ku ew jî bi jin, zarok, extiyar li dijî van êrîşan li ber xwe didin. Resûl got, "Dewleta Tirk li dijî gel, li dijî extiyaran şer dike. Hê şerê YPG/YPJ'ê nedîtiye. Heta niha ti hêza cîhanî dengê xwe li van komkujiyan nekir. Ne Rûsya, ne DYA, ne jî hêzeke din. Em weke gel li dijî vê dagirkeriyê li ber xwe didin. Li pişt me tenê gelê me heye. Zarokên me yên biçûk jî radihêjin guliyên zeytûnê û li ber xwe didin. Ji ber ku ev ax a me ye, zeytûn a me ye, berxwedan berxwedana me ye. Heta ku dilopeke bi tenê xwîn di canê me de bimîne em ê ji bo vê axê şer bikin."
'EM MAFDAR IN Û EM Ê BI SER BIKEVIN'
Ehmed Elî jî dema çav li kameraya me dikeve dibêje, "Em hemû li vir bimirin jî em ê cih û warên xwe neterikîne" û ji niha ve mizgîniya serketina berxwedana Efrînê dide: "Ji ber ku em li ser axa xwe ne, em li ser axa xelkê nînin. Ji ber ku em mafdar in. Bila mirina me li ser axa me be. Jin, zarok, extiyar, ciwan em ê her kes li ser axa xwe li ber xwe bidin. Li dijî yên şerê me dikin, em ê jî şerê wan bikin. Em ê bi ser bikevin."
'BILA NEDE DÛ XEYALÊN PÛÇ'
Welatiyê ji Cindirêsê yê bi navê Elî Mihemed jî bang li Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan kir ku bes bide dû xeyalên pûç û got, "Em ê dest ji axa xwe bernedin. Bila Erdogan nede dû xeyalên pûç. Ev der axa me ye. Heta ku YPG a me, YPJ a me hebin em ê li ber xwe bidin. Em ê bi hev re li ber xwe bidin. Em ji balafir û tankên wan natirsin. Serketin a me ye."