Artêşa Tirk vê gavê bombeyan li navçeya Şiyê dibarîne
Artêşa Tirk a dagirker ji duh bi şev ve bombeyan li navçeya Şiyê ya kantona Efrînê dibarîne.
Artêşa Tirk a dagirker ji duh bi şev ve bombeyan li navçeya Şiyê ya kantona Efrînê dibarîne.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, ji êvara Çarşemê û vir ve bi obus û çekên giran bombe li Şiyê tên barandin.
Li ser encama vê êrîşê agahî bi dest neket. Lê belê ji 20'ê Çileyê ve dewleta Tirk a dagirker bi taybetî êrîşî sivîlan û binesaziya Efrînê dike. Nêzî 150 sivîlan ji ber van êrîşan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan xanî xera bûn û binesaziya bajêr zerar dît.