Artêşa Tirk û çeteyên wê 6 sivîl li Efrînê revandin

Artêşa Tirk û çeteyên wê yên dagirker li navçeya Cindirês a Efrînê 6 welatiyên sivîl revandin.

Pêkanînên dij mirovanhiyê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên mîna revandin, talankirin, kuştin, xestpkirin, destdirêj û destavêtin yên li gund û navendên Efrînê didomin.

Artêşa Tirk û çeyên wê yên dagirker heta niha bi dehan kes revandine û êşeknece kirin, îro jî di saetên sibê de li navçeya Cindirês a Efrînê Mustefa Hesekê, Nîhat Hesekê, Xelîlo Moqdat Slî, Elî Huseyîn, Abdo Xelîl Ebdo û Badir Xelî Helabî revandin. Heta niha agahî ji kesên hatine revandin nehatine girtin. Welîd Hesen ê beriya niha çeteyan ew revandibû û êşkenceyên giran lê kiribû piştre berdan.

Duh sibê jî çeteyan li gundê Xelnêre Wehîd Elî Mistefa û kurê wî Elî Ewhîd Mistefa, Fethî Ec Memo, Fehhî Hesen revandibûn, dîsa li gundê Kibêşînê yê girêdayî Şêrewa jî Îbrahîm Emer hatibû revandin. Heta niha ji kesên hatine revandin ti agahî nehatiye girtin.