‘Artêşa Tirk serî li rêyên qirêj dide’

Berdevkê Fermî yê YPG’ê yê Efrînê Birûsk Hesekê diyar kir ku dewleta Tirk ji bo binketina xwe ya li Efrînê binixumîne serî li rêyên qirêj dide, destnîşan kir ku hêzên YPG/YPJ’ê qet sivîlan nake hedef.

Berdevkê YPG’ê Birûsk Hesekê îdîaya dewleta Tirk a dagirker ya ku kampên koçberan a Etmê dike hedef derewand û got: “Em wekî hêzên YPG’ê ji roja yekem ve me ji raya giştî re tekez kir ku û hîn jî em tekez dikin ku kiriyarên terorîstî û lîstokekên qirêj ji aliyê dewleta Tirk û komên wê ve tê kirin. Bi vê yekê têkçûyînên xwe yên li beramberî berxwedana hêzên me ya li Efrînê dinixûmîne.

Ne mimkûne ku hêzên em sivîlan bike hedef. Lê dîroka dewleta Tirk û komên wê yên terorist bi sûcên li dijî mirovahiyê û çêkirina derewan tijî ye