Artêşa Tirk li Şiyê bi bombeyên gaza kîmyewî êrîş dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser  gundê Erendê yê navçeya Şiyê ya Efrînê bombeyên kîmyewî dibarîne.

Artêşa Tirk û çeteyên wê di êrîşa li ser gundê Erendê yê navçeya Şiye ya Efrînê de çekên kîmyewî bikar anî.  6 kesên di êrîşê de birîndar bûne rakirine nexweşxaneyê û tên dermankirin.

Êrîşên artêşa Tirk a li ser Efrînê ev nêzî mehekê ye didomîne û di vê navberê de jî li gelek cihan çekên kîmyewî bikar aniye.

Li gorî lêkolînên destpêkê yên dixtorên li Nexweşxaneya Avrîn kirîn, diyar kirin ku gihiştine wê encamê ku hemû nexweşên hatine nexweşxanê bi gazincan baş nikarin nefesê hilde û nekarîne baxivin.

Destnîşan kirin ku ji ber gaza kilorê ya li ser nexweşan personelên nexweşxaneyê jî heta demekê nekarîne erka xwe pêk bînin û heta bandorî li wan jî kirine.